Li Xezayê 72 hezar û 27 Filistinî hatin qetilkirin

Binpêkirinên agirbestê yên dubare li Zîvala Xezayê gefê li jiyana sivîlan, bi taybetî zarokan dixwe. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, hejmara miriyan ji 72 hezarî derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan – Ji ber binpêkirinên agirbestê li Zîvala Xezayê jiyan hîn dijwartir dibe. Armancgirtina berdewam a deverên niştecihbûnê û cihên sivîl lê dijîn karesatê zêde dike, jiyana bi hezaran kesan vediguherîne têkoşînek rojane ya tijî tirs û bêewlehiyê.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyek ragihand ku hejmara kesên ku di encama şerê qirkirinê yê ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve dimeşîne de hatine kuştin gihîştiye 72 hezar û 27’an, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 651’an. Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 2 cenaze û 25 birîndar anîne nexweşxaneyan.

Wezaretê her wiha diyar kir ku gelek Filistînî hîn jî di bin kavilan de û li ser rêyan e û tîmên ambulans û parastina sivîl nikarin bigihîjin wan. Daxuyaniyê tekez kir ku ji dema ku peymana agirbestê ketiye meriyetê ve, Îsraîl bi bombebaran û topan bi sedan binpêkirinan kiriye ku di encamê de bi sedan sivîl mirine û birîndar bûne.

NY: 37 zarok hatine kuştin

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji destpêka salê ve li Zîvala Xezayê di nav agirbesteke nazik de 37 zarok hatine kuştin. Li Şerîaya Rojava, di meha Çile de du zarok mirin û 25 jî birîndar bûn. UNICEF diyar kir ku rewşa li Xezayê pir nazik e û ji bo jiyana zarokan gefek cidî ye; zarok li dijî bandorên êrîşên hewayî û hilweşîna pergalên tenduristî, av û perwerdehiyê têdikoşin. UNICEF tekez kir ku agirbest divê mayînde be û soza xwe ya bidawîkirina êşa zarokan li Xezayê bicîh bîne.