Çeteyên cîhadîst ên HTŞ li Reqa êrîş birin ser peykerê jin
Çeteyên cîhadîst ên HTŞ ku li her derê dijminatiya xwe ya li hember jin dide raber kirin, li Regayê êriş birin ser peykerê jina Ereb ya li hember DAIŞ’ê şer kiribû.
Navenda Nûçeyan – Çeteyên cîhadîst yên HTŞ piştî dagirkirina bajarê Reqa û Tebqayê, sîstema demokratîk bi awayekî yekser kirin hedef. Çeteyên cîhadîst yên ku xwe bi dijminatiya jinan xwedî dikin li Reqayê êriş birin ser peykerê jin.
Hate zanîn ku ev peyker li qada jina azad di sala 2025’an de ji aliyên rêxistinên jin yên li qadê bi boneya 8’ê Adarê hatiye vekirin. Jinan li wê qadê çalakiyên ji bo mafê jin li dardixistin.