Bijîşka di dema binçavkirinê de winda bû hatiye girtin
Dr. Gulnaz Naraqî, ku li Tehranê winda bû, li Girtîgeha Jinan a Karçakê hatiye dîtin.
Navenda Nûçeyan – Hat hînbûn ku bijîşka 37 salî Gulnaz Naraqî ku di 13’ê Çile de li Tehranê hatibû binçavkirin, piştî ku nêzîkî du hefteyan tu agahî jê nehatibû girtin, ji bo Girtîgeha Karçakê hatiye veguhestin.
Hat ragihandin ku tenduristiya Gulnaz Naraqî xirabtir dibe, şert û mercên ragirtina wê li girtîgehê di nav malbata wê de dibin sedema fikarên cidî. Lêbelê, hat gotin ku malbata wê hîn jî derbarê rewşa tenduristiya wê, pêvajoya qanûnî ya doza wê, an jî şert û mercên girtîgehê de tu agahîyên zelal û fermî wernegirtiye.
Hat bibîrxistin ku Gulnaz Naraqî berî girtina xwe li nexweşxaneyên Haşimî Nejad ve Şehiday-i Tecriş wekî bijîşk dixebitî û di 13’ê Çile de li mala xwe ya li Tehranê hatibû binçavkirin.