Li Xezayê 4 zarokên din ji 'birçîna' mirin

Hat ragihandin li Xezaya ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên Îsraîlê didome di hefteya dawî de 4 zarokên din ji birçîna mirin.

Navenda Nûçeyan - Rêveberê Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Xezayê Husam Ebû Safiye di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di hefteya dawî de 4 zarokên ku ji ber kêmxwarinê anîn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Husam Ebû Safiye diyar kir ku di nava 2 hefteyên dawî de 250 zarok ji ber kêmxwarin û bêhêziyê anîn nexweşxaneyê. 

Husam Ebû Safiya bang li rêxistinên navneteweyî kir ku di nav de rêdana ketina xwarin, ava vexwarinê, sotemenî û alavên pêwîst ji bo paqijkirina zibilan hewildanên alîkariyê ji bo bakurê Xezayê xurt bikin. Ebû Safiya got ku ew rûbirûyê karesateke tenduristiyê dibin ku tê de bêtir nexweş û nexweşên kronîk hene û dibe di rojên pêş de bimirin.