Li Tûnisê nûnertiya jinan û rola medyayê hat nîqaşkirin
Li Tûnisê Navenda CREDIF’ê bi beşdariya pispor û lêkolîneran civîneke zanistî li dar xist, li ser wêneya jinan di medyayê û civakê, analîzkirina nûnertiya jinan a di qadên giştî û dîjîtal de anî ziman.
NEZÎHA BÛSEÎDÎ
Tûnis – Di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Jinan a Neteweyî ya Tunisê de, Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahdariyê li ser Jinan (CREDIF) civînek zanistî bi navê "Wêneyê Jinan di Medya û Civakê de: Avakirina Nûneran û Rêberiya Pratîkan" li dar xist. Civîn li ser rola medyayê ya di teşekirina têgihiştinên civakî yên jinan de hem di warên medyayê û hem jî yên civakî de rawesitiya. Ev ji hişmendiya rola krîtîk a medyayê di hilberandina wêneyên ku di nav civakê de belav dibin derket holê. Hişmendiya ku analîza vê hebûnê û têgihîştina mekanîzmayên avakirina wê, dike pêdiviyek zanistî û sazûmanî.
Armanc, baştirkirina gotara medyayê ya li ser jinan e
Beşdaran banga pêşxistina gotûbêjên medyayê kirin da ku hebûna jinan di qada dîjîtal de zêde bikin, naveroka vegotinê cûrbecûr bikin û li dijî stereotîpên ku ji hêla hişmendiya baviksalar ve têne domandin şer bikin. Di heman demê de tekez kirin ku hewcedariya hewldanên hevbeş ji bo mîsogerkirina nûnertiya dadperwer a jinan a di civakê de heye. Lêkolîner û pisporên ji warên medyayê, ragihandinê, zanistên mirovî û zanistên civakî beşdarî civînê bûn. Bi armanca afirandina hawirdorek diyalogê, danûstandina vîzyon û ezmûnan di navbera aktorên cûda de. Armancên beşdaran ew bûn ku gotara medyayê ya li ser jinan baştir bikin û li rêyan bigerin da ku destkeftî û rolên çalak ên jinan bi awayekî dadperwertir werin temsîlkirin û binirx kirin. Bi vî awayî nifşên pêşerojê îlham bikin û pêşî li dubarekirin an jî bikaranîna klîşeyan a di medyayê û civakê de bigirin.
‘Hebûna rojnamevanên jin di qada dîjîtal de hatiye tesbîtkirin’
Rojnamevan û analîsta sektora medyayê Mona El-Mutaybî di xebata xwe ya bi sernavê “Jin û Medya: Veguhertin di Hebûnê, Rolên Pîşeyî û Bandorê” de diyar kir ku hebûna jinan di qada medyayê de ji sala 1992’an heta 2025’an de şahidiya beşdariyeke mezin dike. Mona El Mutaybî wiha got: “Di vê demê de, hejmara rojnamevanên jin bi berdewamî zêde bûye û di dawiyê de jî hejmara wan ji ya rojnamevanên mêr derbas kiriye. Ji sala 2025’an vir ve, 975 rojnamevanên jin li gorî 824 rojnamevanên mêr di qada medyayê de hebûn. Ev guhertinek girîng di avahiya sektorê de û zêdebûna hebûna jinan di warên cûda yên xebata medyayê de nîşan dide.”
Her wiha rojnamevan Mona destnîşan kir ku tevî hebûna rojnamevanên jin di qada dîjîtal de, bikaranîna wan a vê qadê sînordar dimîne û wiha pê de çû: “Nivîs, li gorî vîdyoyên kurt û weşanên zindî, formata herî pir tê bikaranîn dimîne û weşan bi giranî li ser pirsgirêkên çandî, civakî û jîngehê disekinin; pirsgirêkên ku bi jiyana rojane ya welatiyan ve girêdayî ne.
Ji Weşana Dîjîtal heta Bandorê pêdiviyên rojnamevanên jin çi ne?
Di bersiva vê pirsê de, rojnamevan Mona destnîşan kir ku amûrên dîjîtal bi têra xwe nayên bikaranîn da ku bighîjin temaşevanên nû berfireh bikin û bi wan re têkilî deynin. Mona îdia kir ku ji hebûnek bi tevahî dîjîtal ber bi afirandina bandorê ve, pêdivî bi cûrbecûrkirina formên vegotinê bi karanîna vîdyo û multimedia, avakirina têkiliyek domdar û înteraktîf bi temaşevanan re li şûna tenê weşandina naverokê û bikaranîna platformên dîjîtal ji bo zêdekirina gihîştin û bandorê heye. Wê diyar kir ku veguherîna dîjîtal ne tenê bi guhertina pratîkên pîşeyî di weşanê de sînordar e, di heman demê de derfetê dide rojnamevanên jin ku rolên xwe yên pîşeyî ji nû ve şekil bidin û bandorek biafirînin ku ji sînorên rêxistina medyayê derbas dibe.
‘Di navbera têgihîştinên civakî û rastiyê de valatî heye’
Ji bo ku em bêtir balê bikşînin ser xebatên medyayî yên li Tûnisê, nûçegihana me bi Profesora civaknasiyê û lêkolînera lêkolînên jinan Dorra Mahfouz re hevpeyvîneke taybet çêkir. Dr. Dorra got: “Di gelek lêkolînên ku min kirine an jî beşdarî wan bûm de, min di navbera têgihîştinên civakî û rastiyê de di derbarê wêneya jinan di civaka Tûnisê de kendalek dîtiye.” Dorra rave kir ku têgihîştinên civakî di bin bandora Qanûna Rewşa Kesane de, ku salvegera 70’an a wê tê pîrozkirin, bipêş ketine. Her wiha destnîşan kir ku qanûn, astên perwerdehiyê, hawîrdora navneteweyî ya berfirehtir û bûyerên navneteweyî faktorên bandorker in, lê têgihîştin bi xwe pêş neketine.”
‘Dema ku jin barê aborî yê malbatê hildigirin mêr berpirsyariyên malê parve dikin’
Di berdewama nirxandinên xwe de tekez kir ku di dema lêkolînê de, pirsa ka jin çawa di civakê de, di malbatê de, li kar û di jiyana giştî de têne dîtin û nîşandan, derdikeve holê. Wê dît ku her çend rewşa rojane dema ku polîtîka têne çêkirin bi awayekî berbiçav diguhere jî, pabendbûna bi wêneyek ku ji hêla pergala baviksalar ve bandor bûye berdewam dike, ku dikare hiyerarşiya di navbera mêr û jinan de kûrtir bike. Dorra wiha domand: “Veguherînên ku em îro dijîn û şert û mercên aborî yên nazik, tevî guherîna dabeşkirina rolan di nav malbatê de, pabendbûna bi rolên kevneşopî xurt dikin. Ji ber ku niha gelek mêr berpirsyariyên malê parve dikin dema ku gelek jin barê aborî yê malbatê hildigrin.”
‘Texmîna berbelav a ku jin nikarin di hin pîşeyan de biserkevin’
Di bersiva pirsa ka çawa mirov dikare pira di navbera wêneyên stereotîpîk û taybetmendiyên xeyalî yên jinan û rastiya ku ew tê de dijîn de ava bike de? Dorra wiha got: “Ev wêneyên çewisandî potansiyela jinan û şiyana wan a xizmetkirina xwe û civakê sînordar dikin. Wekî mînak, wê texmîna berbelav a ku jin nikarin di hin pîşeyan de biserkevin.Tevî hebûna wan a berbelav di bijîşkiyê de, ew ji ber ku pir nazik an jî ji rîskê dûr in, ji emeliyatan têne dûrxistin. Ev yek ji bo pergala dadweriyê jî rast e, ku tê de ramana ku jin nikarin tîmek rêve bibin ji ber ku ew şermok in, belav e. Dîrok gelek mînakên jinan pêşkêş dike ku van stereotîpan bi girtina rolên serokatiyê red dikin. Lê belê, civak, ji ber pergala baviksalar û zihniyeta mêr, wan ji nû ve hilberîne, nemaze di medyaya virtual de; ev yek têkoşînek li dijî tevahiya pergalê hewce dike.”
‘Medya di bilindkirina rewşa jinan de hevkarek stratejîk e’
Di axaftina xwe ya vekirinê ya civîna zanistî de, Wezîra Karûbarên Malbatê Esmaa Cebrî tekez kir ku sektora medyayê hevkarekî stratejîk e di bilindkirina rewşa jinên Tûnisî û zêdekirina bandor û serokatiya wan de. Her wiha wê girîngiya piştgiriya projeya civakî ya neteweyî ya ku armanc dike avakirina civakek hevseng a ku pabendî nirxên mirovan e, destkeftiyên çandî û saziyên civakî yên wê biparêze, bi rêberiyê ronîkirî û bi zanînê ve hatî sazkirin, tekez kir. Wê her wiha rola medyayê di vî warî de destnîşan kir û diyar kir ku Wezaret ji bo însiyetîfên ku beşdarî vê projeya civakî û nirxan dibin û pratîkên baştir û nûnertiyê pêşve dixin vekirî ye. Wezîr Esmaa rave kir ku ew bi rêya saziyên girêdayî, di nav de navendên lêkolînê û beşên teknîkî û rêzek bernameyên hişyarî û pêşîlêgirtinê yên bi aliyek neteweyî û beşdar, pabendbûna xwe ya ji bo têkoşîna li dijî tundî û tevgerên xeternak ên ku ewlehiya zarok, jin û bi taybetî kal û pîran tehdît dikin, bêtir dike.
‘Ev wêne di heman demê de pêşveçûna jinan asteng dikin’
Wê anî ziman ku wêneyên ku di medyayê de belav dibin û ji hêla endamên civakê ve têne hundirînkirin, li ser pratîkên civakî ne ku guhertina wan dijwar e û dikarin rê li ber bidestxistina bandora xwestî ya polîtîkayên giştî di warên entegrasyona civakî û aborî ya jinan û pêşxistina mafên wan bigirin. Ev wêne di heman demê de pêşveçûna jinan asteng dikin û beşdariya wan di jiyana giştî, afirînerî, nûjenî û karsaziyê de sînordar dikin. Her wiha Esmaa tekez kir ku zêdekirina rola sektora medyayê û saziyan di piştgirîkirina wêneyên jinan û xurtkirina pozîsyonên wan di nav malbat û civakê de, hewldanên hevkariyê yên hemû beşdaran, ji siyaseta giştî bigre heya medyayê, çand, hilberîna rewşenbîrî û civaka sivîl, hewce dike.