TAJÊ: Bersiva herî bihêz a li dijî fermanê, avakirina hêza cewherî ye
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di salvegera damezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de daxuyaniyeke berfireh da û ev hêz weke bingeh û îradeya siyasî ya xweser a civaka Êzidî destnîşan kir.
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera damezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û damezrandina vê hêza parastinê pîroz kir. TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola dîrokî ya YBŞ û YJŞ'ê û destnîşan kir ku ev hêz ne tenê artêşek e, di heman demê de rûmet û vîna civaka Êzidî ye.
'Ji nava xweliya fermanê bûn mertal'
Di daxuyaniyê de hat bîrxistin ku dema herkesî pişta xwe da Şengalê û gelê Êzîdî di nava lepên hovîtiya DAIŞ’ê de hat hiştin, keç û xortên vî gelî ji nava xweliya fermanê rabûn, bûn mertal û ferman rawestandin. Daxuyanî wiha dom kir: “Wan nîşanî herkesî da ku civaka Êzidî êdî nabe qurbanê fermanên nû. Ji roja damezrandina YBŞ’ê heta îro, gelek planên qirêj ên siyasî û leşkerî li ser Şengalê hatin meşandin. Lê YBŞ’ê israr û biryardariya hebûna civaka Şengalê bi parastinê domdar kir û tawîz neda.”
'Hêzên herêmî û navdewletî bi peymanên siyasî dixwazin vîna Şengalê bişkînin'
TAJÊ bal kişand ser rola hêzên herêmî û navdewletî ku bi peymanên siyasî dixwazin vîna Şengalê bişkînin û gelê Êzidî bêparastin bihêlin û ev tişt anîn ziman: “Li hemberî van hemû êrîş û planên qirêj, YBŞ’ê serî netewand, neşikiya û bi berxwedaneke dîrokî bersiv da van êrîşan. Her wekî ku tê dîtin, dijminên gelê me tu carî dev ji pîlanên xwe yên qirêj berneda. Hêzên ku di sala 2014’an de xwestin civaka Êzidî qir bikin, îro jî bi riyên cuda, bi peymanên qirêj ên li ser gelê me û bi êrîşên rûreş dixwazin planên xwe yên tunekirinê temam bikin. Armanca van hemû êrîşan ew e ku vîna parastina cewherî ya Şengalê tine bikin û keç û xortên me yên ku bûne garantiya azadiyê bêbandor bikin.”
'Heta ku yek şervanek me hebe, planên wan dê pûç bibin'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev hêzên komploger baş dizanin YBŞ xwedî vîneke pola ye û tu plan û hevkarî nikarin bi ser bikevin. Hat gotin ku heta ku li ser vê axê yek şervanê wan hebe, dê planên wan ên tinekirinê biser nekevin û vala derkevin.
'Em ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine avakirin biparêzin'
Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Îro YBŞ bi piştgiriya jin û dayîkên Êzidî, bi xwîna keç û xortên vî gelî, bûye garantiya jiyana azad û xweser. Em weke TAJÊ diyar dikin ku piştgiriya me ya ji bo hêzên me yên parastinê heta dawiyê ye. Em ê li dijî hemû pîlanên siyasî li ber xwe bidin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin biparêzin.”