Di doza Gulîstan Doku de du binavger hatin girtin

Di doza Gulîstan Doku de derket holê ku du binavgeran bi talîmata waliyê demê re delîlên derewîn çêkirine. Her du binavger bi sûcê "guhertina delîlan" hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di doza Gulîstan Doku de piştî salan her roja ku diçe pêşveçûnên girîng tê jiyîn. Du binavgerên ku di dema lêgerînê de destwerdan li delîlan kiribûn, hatin girtin.

Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatiye destpêkirin de, her du binavgerên ku di wê demê de ji aliyê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ve hatibûn erkdarkirin, sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcê ‘guhertina delîlan’ hatin girtin.

Zabitnameya derewîn û rapora pisporan

Hat tespîtkirin ku her du binavgerên girêdayî Yekîneya Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Midûriyeta Ewlehiya Xarpêtê, di dema xebatên lêgerînê de li bendavê not û meqesek dîtibûn û ev yek wekî delîl nîşan dabûn. Di zabitnameya 8'ê Çileya 2020'an de hate îdiakirin ku li nêzîkî Pira Dînarê reçeteyeke bi navê Gulîstan Doku û perçeyekî bi nivîsa ‘zexta psîkolojîk li ser me tê kirin’ hatiye dîtin.

Lê belê, rapora mirovên pispor ev lîstik vala derxist û hat gotin ku: “Tu kaxizek nikare bi ti awayî bi tena serê xwe 14 metre di bin avê de bisekine. Ew ê li ber ruyê avê biçe.”

Malbat û raya giştî hatin mijûlkirin

Hate eşkerekirin ku ev binavger bi van lîstikan tevlî lîstika bendavê ya 220 rojan a Tuncay Sonel bûne û bi mehan hem malbat û hem jî raya giştî mijûl kirine. Bi girtina her du binavgeran re, rûyê rast ê polîtîkayên taybet ên di doza Gulîstan Doku de, careke din hate dîtin.