Li Tûnisê hewldana xurtkirina torên ji bo jinan

Komeleya ‘Bûseyna’ deriyên xwe ji bo hemû jinên ku astengiyên aborî û tundiyê dibînin re vedike. Seroka komaleyê Bûseyna El Îsawî da zanîn ku bi xurtkirina toran a di nav jinan de ew ê çareseriya pirsgirêkên jinan misoger bikin.

ZOHÛR EL MEŞREQÎ

Tûnis – Xurtkirina toran ji bo gihandina dengê jinan rêya herî girîng e. Ev yek jî bi taybetî dikeve ser milê ragihandina jinan. Komeleya jinan a bi navê ‘Bûseyna’ jî yek ji van toran e. Komele, di sala 2018’an de hatiye vekirin. Herî zêde jinên ku mexdûr bûne di nav xwe de dihewîne.  Seroka komeleyê Bûseyna El Îsawî derbarê armancên vekirina komeleya ‘Bûseyna’ de wiha got: “Ev komele wek navendek jinan di nav xwe de pêşwazî dike û xizmetê ji wan re pêşkêş dike. Ew jî bi rêya guhdarkirina pirsgirêkên wan, danîna perspektîf û alîkariya wan a di aliyê derûnî û civakî ve ye.”

‘Divê zextek qanûnî bê kirin’

Bûseyna El Îsawî rewşa jinan a Tûnisê bilêv kir û wiha got: “Komele hemû jinên ku dibin mexdûrên civakê di nava xwe de dihewîne. Komale bi armanca ku rêjeyên tundiyê zêdetir nebin xebatên xwe dimeşîne. Rêjeya tundiyê û qetilkirina a jinan di nava jinên Tûnisî de zêdetir bûye. Ev tundî divê tenê di asta redkirinê de nemîne, her wiha divê zextek li ser pêkanîna qanûnan  bê kirin. Bi taybetî jî yasaya 58’an a bi parastina jinê ya ji tundiyê. Ev yasa di sala 2017’an de hatiya danîn. Ev qanûn jî encama têkoşîna jinan ku bi salan e berdewam kir e û ji jinên Tûnisî re bû destkeftiyek. Di heman demê de rewşa aborî û civakî jî dihêle ku rêjeyên tundiyê bilind bibin.”

‘Xurtkirina toran dawîkirina tundiyê ye’

Bûseyna El Îsawî bal kişand ser rewşa jinên ku berê xwe didin komeleyê û ev agahî dan: “Piraniya jinan hê jî nizanîbûn qanûnek parastina mafê wan dike, heye. Loma bi tundiyê re rûbirû dijîn û ji bo mafên xwe tênakoşin. Tor di nava civaka sivîl û desthiladariyê de gelek girîng e û divê bê xurtkirin. Ji bo ku em bi rêya xurtkirina toran dawî li cureyên tundiya li dijî jinan bînin, divê em xwe bighînin hemû jinên di nava civakê de û yasayên parastina jinan bi wan bidin nasandin.”

‘Bi çapemeniyê pirsgirêkên jinê belge dibin’

Bûseyna El Îsawî destnîşan kir ku rola sereke ya ji bo belgekirina êşên jinan ragihandin e û bi van hişyariyan dawî li gotinên xwe anî: “Divê ragihandin li ser xurtkirin û berfirehkirina toran bixebite. Her wiha bibe dengê êşên jinên Tûnisî û herêmên bi alozî. Çapemenî bi kamera û pênûsa xwe dikare balê bikşîne ser doz û pirsgirêkên jinan û çareser bike. Ji ber ku ragihandin desthilata çaremîn e û rolek wê ya mezin di zanekirin, hişyarkirina jinan de heye û dikare bi rêya gihandina dengên jinan ji cîhanê re alîkariya wan bike.”

‘Tevî astengiyan dengê jinê radigihînin’

Rojnamevan Zêna El Bekirî jî diyar kir ku ji ber desthiladariyê ew nikarin erka xwe tam pêk bînin û wiha got: “Astengkirina agahiyan ji aliyê hêzên esthilatdar ve dibe bendek li pêşiya rojnamevanên Tûnisê û nikarin xebatên xwe bimeşînin. Rola sereke û mezin dikeve ser milê ragihandinê. Ji bo pêşxistina zanebûna jinan a li ser pirsgirêkên wan û xeteriyên tundiyê ji wan re eşkere bikin. Ragihandin ji bo xwegihandina agahiyan gelek astengiyan dibîne, ji ber vê yekê divê saziyên eleqedar derfetê ji ragihandinê re vekin ku bikaribin bi hêsanî xebatên xwe bimeşînin. Tevî astengiyên em dibînin jî, rola xwe di gihandina dengê civakê ya ji cîhanê re pêk tînin û ji bo misogerkirina hevgirtin û torên dikevin xizmeta jinan dixebitin.”