Li Tirkiyeyê zarokên keç ji ber zext û çewisandina sîber dev ji dibistanê berdidin
Li gorî Anketa Bikaranîna Teknolojiya Agahdariyê ya Zarokan a sala 2026’an ji sedî 73,3’yê zarokan rastî zordariya sîber a hevalekî xwe tên, lewma gelek ji wan, terka dibistanê dane.
Navenda Nûçeyan – Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK) encamên "Anketa Bikaranîna Teknolojiya Agahdariyê ya Zarokan a 2026’an eşkere kir. Li gorî anketê, ji sedî 69.8’ê zarokên 6-17 salî medyaya civakî bikar tînin û ji sedî 68.1’ê wan jî lîstikên dîjîtal bikar tînin. Rêjeya zarokên ku rastî zordariya sîber tên, ji sedî 10.2 ye.
Cureyên zordariya sîber
Ji sedî 80.3’ê zarokên ku rastî zordariya sîber hatine, gotin ku wan peyamên êşdar an jî êrîşkar wergirtine. Ji sedî 20.3’ê wan, gotine ku peyamên êşdar ên li ser wan ji kesên din re hatine şandin an jî bi eşkereyî hatine parvekirin. Ji sedî 15.8’an gotine ku gotegotên derew li ser wan hatine belavkirin.
Li deverên ku çewisandin lê diqewime, sepanên peyamnêriya tavilê bi rêjeya ji sedî 56.5 di rêza yekem de ne. Piştî vê yekê SMS û peyamên bi heman rengî bi rêjeya sedî 51.1 û platformên medyaya civakî bi rêjeya sedî 40.7 tên.
Sedemên zordariyê
Dema ku ji zarokan li ser sedemên çewisandinê hat pirsîn, ji sedî 60.4 şêwazên tevgerî, ji sedî 33.1 taybetmendiyên laşî an xuyangê, ji sedî 4.4 cihê jidayîkbûn an paşxaneya malbata xwe, ji sedî 2.4 rewşa xwe ya darayî û ji sedî 1.7 jî seqetiyên xwe wekî sedem nîşan dan.
Ji zarokên 11-17 salî yên ku perwerdehiya xwe didomînin, ji sedî 28.1 zarokan ragihandin ku herî kêm yek ji van tiştan jiyane, bûne qurbanê zorbaziya sîberî, zordarî li kesekî kirine an jî şahidiya zordariyê li kesekî kirine. Ji sedî 7.8 ji van zarokan, gotin ku serpêhatiyên wan bandor li ser beşdarbûna wan a dibistanê kirine. Ev rêje ji bo kuran sedî 5.3 û ji bo keçan sedî 10.5 bû.