Li Tirkiyeyê zarok di nav têkoşîna jiyanê de ne
Li Tirkiyeyê, zarok di nav xizanî, birçîbûn, tundî, destdirêjî û kedxwariyê de, têkoşîna jiyanê didin. Dane nîşan didin ku zarok li her deverê ku divê lê bên parastin, bi binpêkirinên mafên mirovan re rûbirû dimînin.
SERPÎL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan – Pirsgirêkên ku zarok li Tirkiyeyê pê re rûbirû dimînin, tabloyek piralî, ji xizanî û tundiyê bigre heta binpêkirin û kedxwariya mafên mirovan, radixe ber çavan. Zarok di gihîştina mafên xwe yên bingehîn de bi newekheviyên ku her diçe zêde dibin re têdikoşin. Kêmasiyên di perwerde, tenduristî, bicihbûn û ewlehiyê de şert û mercên jiyana zarokan xirabtir dikin. Di heman demê de keda zarokan, zewaca zû, destdirêjî, komkujî û kêmasiyên di mekanîzmayên edaletê de, van pirsgirêkan kûrtir dikin. Bêcezatî, bandora mekanîzmayên parastinê li dijî binpêkirinên ku zarok lê rast tên, dike mijara nîqaşê.
Her çend mafên zarokan ji hêla peymanên navneteweyî ve hatine garantîkirin jî, kêmasiyên di bicîhanînê de ku pirsgirêkên cidî di parastina zarokan de berdewam dikin, nîşan dide. Pratîkên têkildarî zarokên ku di sûc, dozên kesên winda û bûyerên tundiyê de ne, nîşan didin ku pirsgirêk ne tenê ye xwedî aliyek pergalî ye. Ev rastî nîşan dide ku bi milyonan zarok ne di şûna şert û mercên wekhev, azad û biewle de, di bin xizanî, bêewlehî û îhmalkirinê de dijîn.
Dibistan û derdora wan bûne navendên tundiyê
Li welat, pêşeroja zarokan yek bi yek ji wan tê stendin. Sazûmaniyên derbarê zarokan de ji pêşeroja wan zêdetir, tundiyê ji nû ve diafirînin û mafên wan sînordar dikin. Di rêziknameyên ku bi hevkariya Rêveberiya Karûbarên Olî ve têne bicîh kirin de, qada perwerdeyê hema hema bi temamî ji zanistê dûr ketiye. Her çend ev rêzikname derî li ber şêweyek nû yê endezyariya civakî vedikin jî, rayedarên olî şûna mamosteyên şêwirmendiyê girtine. Weke din, li dibistanên ku ji demên kevnar ve wek kelehên asîmîlasyonê hatine bikaranîn, zarok bi dirûşme û îdeolojiya ‘Yek netew, yek gel, yek al’ tên teşekirin. Îsal, yek ji mijarên ku herî zêde hatine nîqaşkirin, tundiya li dibistanan bû. Êrîş bi avahiyên dibistanan ve sînordar nebûn. Tundiya li dora dibistanan, hedefgirtina xwendekar û mamosteyan, bûyerên çekdarî û bûyerên ku gefê li ewlehiya dibistanan dixwin, hemû hatin tomarkirin.
Mamoste û xwendekar hatin qetilkirin
Li gorî nûçeyên di medyayê de cih girtiye, di sala 2026’an de herî kêm 11 bûyerên cuda yên li dijî dibistan, xwendekar û mamosteyan hatine jiyîn. Êrîşên çekdarî û bi kêran ên ku di nav salê de qewimîn, nîşan dan ku ewlehiya dibistanan tenê bi tedbîrên fîzîkî nayê çareserkirin. Bûyerên ku xwendekar karibûn bi çekan herin dibistanan û tundî, bû sedema mirin û birîndarbûnê bi encam bûne, kêmasiya mekanîzmayên parastina zarokan radixe ber çavan û îşaret bi ji bo pêşîgirtina li tundiyê di nav û derdora dibistanan de pêwîstiya bi polîtîkayên berfireh heye, hate kirin.
Êrîşên ku bûn sedema mirina mamoste û xwendekaran û birîndarbûna gelek zarokan, xeteraya tundiya di jiyana rojane ya zarokan de nîşan dide. Bûyerên herî berbiçav li pey hev li Rihayê û Mereşê qewimîn. Li Rihayê, xwendekarek berê, êrîşeke çekdarî li ser Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu kir. 10 xwendekar, 4 mamoste, polîsek û xebatkarek kantînê jî di nav de 16 kes birîndar bûn. Êrîşkar di dema destwerdana polîsan de mir. Li Mereşê, xwendekarek 14 salî li du polên Dibistana Navîn a Ayser Çalik gule reşand. Mamosteyek û 8 xwendekar mirin, 13 kes birîndar bûn. Êrîşkar jî di dema bûyerê de mir.
Daneyên derbarê zarokan de
Daneyên Dadweriyê yên sala 2025’an ku ji hêla Wezareta Dadê ve hatine weşandin, careke din bêcezatiya berdewam a sûcên tecawiz û destdirêjiyê nîşan da. Di sala 2025’an de, 33 hezar û 407 dosyayên lêpirsînê yên nû li dijî 30 hezar û 591 sûcdaran, ji ber sûcên wek ‘Destdirêjiya’ li ser zarokan hatine pênasekirin, hatin vekirin. Ji 35 hezar û 60 dozên ‘destdirêjiya’ li hember zarokan ku ji hêla dozgeran ve di sala 2025’an de hatine encamdan, 12 hezar 582 doz bi biryara bê bingeh ji bo dozgeriyê li dijî 15 hezar û 272 sûcdaran bi dawî bûn. Ji sedî 35’ê dosyayan bêyî ku ji dadgehê re bên şandin, hatin girtin. Dozên giştî li dijî 13 hezar û 760 kesan di 12 hezar û 314 dosyayan de hatin vekirin. Ji sedî 45’ê sûcdaran hatin beraetkirin.
Li gorî daneyên ku Wezareta Dadê di sala 2026’an de bi Komîsyona Lêkolîna Sedemên Êrîşên Dibistanan û Rîskên Dîjîtal a Meclîsa Mezin a Tirkiyê re parve kirine, sûcê herî gelemperî di lêpirsînên ku zarokên 12-15 salî tê de ne, birîndarkirina bi zanebûn bû, dû re heqaret, dizî, gef û zirara milk hatin. Di koma temenê 15-18 salî de, birîndarkirina bi zanebûn dîsa di rêza yekem de bû. Dû re heqaret, gef, hebûna tiryakê ji bo bikaranîna kesane û bi dizî, derket pêş.
184 zarok bûne hedefa destdirêjiyan

Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya dîroka 15’ê Tebaxa 2026’an, di nava salê de 15 hezar 639 beyan û îfade li odeyên hevpeyvînê yên dadweran hatine girtin. Di daxuyaniya Wezaretê ya ji bo sala 2026’an de, daneyên berfireh ên li ser hejmara giştî ya sûcên destrêjiyê û tundiyên li dijî zarokan nehate parvekirin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine teyisîn, ji Çileya 2026’an vir ve li bajarên Tirkiye û Kurdistanê 184 zarok rastî destdirêjiya mêran hatine. Zarok ji aliyê xizmên xwe yên herî nêzîk ve li malên xwe, qadên giştî, an jî li cihên ku qaşo bi ewle ne, hatine kuştin. Her wiha ji Çileyê vir ve, herî kêm 17 zarok ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Zarokan zarok anîn
Li Tirkiyeyê, ji her 5 jinan yek, di temenê zarok de tên zewicandin. Ji her 3 jinan yek, di zarokatiya xwe de dibe dayîk. Her çend hewl tê dayîn destdirêjî bi navê ‘zewacê’ rewa bên dîtin jî, li gorî daneyên zewacê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK), rêjeya zewacên zarokên keç ên 16-17 salî yên bi fermî qeydkirî, di nav temamî zewacên bi fermî qeydkirî de di sala 2025’an de dê ji sedî 1,5 be. Ev îstatîstîkên TÜİK’ê, tenê zewacên bi fermî qeydkirî digre nava xwe. Zewacên zarokan ên bi rêya merasîmên olî têne kirin û bi fermî nehatine tomarkirin, di van hejmaran de nayên hesibandin. Ji ber vê, tê payîn ku hejmara rast a zewacên zarokan pir zêdetir e.
Li aliyê din, di sala 2025’an de, li welat 116 zarokên keç ên di bin 15 salî de zarok anîne dinyayê. Di koma temenê 15-17 salî de, 5 hezar û 240 zayîn çêbûne. Di 24 salên dawî de, bi temamî 590 hezar û 317 zayînên di bin 18 salî de, çêbûne. Ji van zayînan, 21 hezar 487 zarok di bin 15 salî de hatine dîtin. Rastiya ku bi hezaran zarok dibin dayîk, mijara zewaca zarokan, destdirêjî û nebaşiya polîtîkayên derbarê parastina zarokan de, wek xalên daneyên girîng nîşan dide.
Zarokên ku neçarî xebatê hatine kirin
Li aliyê din, zarok di nav çerxa kedxwariyê de berdewam di bin zextê de bûn. Bi taybetî zarokên li Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) rastî destdirêjî û tundiyê hatin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK) ya sala 2023’an, ji sedî 4,4’ê zarokên temenê wan di navbera 15-17 salî de, ango zêdetirî 600 hezar zarok, di jiyana kar de ne. Agahiyên sala 2024’an nîşan didin ku 400 hezar zarokên din jî ketine jiyana kar. Weke din, ev zarok di qadek nefermî û ne ewle de tên xebitandin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, ragihand ku di salên 2025 û 2026’an de li MESEM’ê 37 xwendekar di qezayên kar de mirine. Bînesaziya yasayî ya MESEM’ê di sala 2016’an de bi armanca hevgirtina perwerdeya teorîk û pîşeyî hate damezrandin. Di çarçoveya bernameyê de, ciwanên di navbera 14 û 18 salî de, hefteyê rojekê li dibistanê perwerdeya teorîk dibînin, di heman demê de ji 4 heta 5 rojan li karsaziyekê dixebitin.
Li gorî rapora dawî ya ku ji hêla Konseya Tenduristiya û Ewlehiya Kar (OHSC) ve di 10’ê Mijdara 2026’an de hatiye weşandin, di 10 mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 75 zarokên karker dema li ser kar bûn, jiyana xwe ji dest dane.
Xizaniya zarokan
Raporek derbarê polîtîkayên zarokan ku ji hêla Rêxistina Hevkariya Aborî û Geşepêdanê (OECD) ve di sala 2026’an de hatiye weşandin, nîşan dide ku Tirkiye di nav welatên ku rêjeya xizaniya zarokan lê bilind e de ye. Li welatên OECD’ê, ji sedî 12,5’ê zarokan di nav xizaniyê de dijîn, lê Tirkiye ligel Şîlî, Meksîka, Spanya, Keyaniya Yekbûyî û DYE di nav welatên ku rêjeya xizaniya zarokan lê bilind e de cih digre. Li gorî lêkolînek ku ji hêla Weqfa Lêkolînên Siyaseta Aborî ya Tirkiyeyê ve bi karanîna daneyên OECD û Eurostatê hatiye amadekirin, ji sedî 37.6’ê zarokan li Tirkiyeyê di bin xetereya xizaniyê an jî dûrketina ji civakê de ne, lê rêjeya navînî ya YE-27’an di ji sedî 24.3 de dimîne. Rastiya ku ji sedî 23’ê zarokan li Tirkiyeyê ji ber zehmetiyên darayî nikarin beşdarî geşt û çalakiyên dibistanê bibin, bandora bêparbûna aborî li ser perwerde û jiyana civakî ya zarokan radixe ber çavan.
Ji pênc zarokan yek birçî ye

Dane nîşan didin ku ji her 3 zarokan yek birçî diçe dibistanê. Tê payîn ku li Tirkiyeyê herî kêm 6.5 milyon zarok di ‘xizaniyeke giran’ de dijîn. Ev nîşan dide ku ji her 5 zarokan yek xwarina têr nagire. Di 7 salên dawî de xizaniya zarokan ji sedî 40 zêde bûye, 25 milyon kes di xetereya xizaniyê de ne û 171 hezar zarokên li gel malbata xwe nikarin hewcedariyên xwe yên herî bingehîn bicîh bînin.
Bi awayek sîstematîk maf tên binpêkirin
Li Tirkiyeyê, bi milyonan zarok di perwerdeyê de bi xizanî, birçîbûn û newekheviyê re têdikoşin. Di heman demê de bi hezaran zarok rastî destdirêjiyê, zewaca di temenê biçûk de, tundî û kedxwariyê tên. Hejmara zêde ya êrîşan li dibistanan, mirinên ji ber keda zarokan di çarçoveya MESEM’ê de û pirsgirêkên gihîştina zarokan bi mekanîzmayên edaletê re, kêmasiya polîtîkayên parastinê nîşan dide. Daneyên hatine bidestxistin, nîşan didin ku mafê zarokan ji bo jiyanek bi ewle, azad û wekhev bi awayek sîstematîk tê binpêkirin.