Li Tirkiyeyê nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd didomin - ANALÎZ

PKK a ku tevgera gelê Kurd e; ji ber siyaseta îmhayê bi navê ‘teror’ te pênasekirin. Ger pirsgirêka Kurd nebûya dê PKK jî çênebûya, her kes vê yekê dizane lê dîsa jî ji ber polîtiya îmhayê rastiya vê meseleyê bi îsrar tê înkarkirin.

BÊRÎVAN ZÎLAN

Hemleya “Ji Rêber Ocalan a azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, salek li dû xwe hişt. Asta xwederketina li pêngavê li Kurdistan û cîhanê û bi têkoşîna ku ji bo wê hat meşandin re pêşketinên girîng çêbûn. Berxwedana mezin û bêhempa ya gerîla ku pêşengî ji pêngavê re kir, plana îmhaya leşkerî ya dewleta Tirk vala derxist. Dikare were gotin ku cewher û armanca pêngavê, ji bo bûyerên li Rojhilata Navîn qewimîn bû bersiv, bû sedem ku giraniya siyaset û têkoşîna gelê Kurd zêdetir bibe

 ‘Li pişt her biryar û nêzikahiya ji bo pergala Îmraliyê NATO û YE hene’

Tecrîda li ser rêbertiyê û berdewamkirina bêhiqûqiyê her wiha dawîanîna li vê rewşê jî di rastiyê de bi pêşketinên li herêmê ve girêdayî ye û nîşan dide ka roleke çawa dane Kurdan. Tê zanîn, li pişt her biryar û nêzîkahiya têkildarî pergala Îmraliyê, NATO û YE hene. Jixwe tesbît bûye ku yê ku derfetan çêkir û Rêber Apo teslîmî Tirkiyeyê kir, serokê wê demê yê DYA’yê Clînton e. Rêber Apo gotibû ku kesê wî li Îmraliyê pêşî pêşwazî kiriye nûnerê YE’yê bûye. Ji ber vê bêhiqûqiya li Îmraliyê, biryarên girîng, tenê bi polîtîkayên dewleta Tirk nayên vegotin, nêzîkahiya hêzên navneteweyî diyarker e. Rêber Apo diyar kiribû ku li Îmraliyê ji derveyî pîvanên hiqûqa navneteweyî biryar tên girtin û pêkanîn û bi gotinên; ‘Li Îmraliyê mirin bi awayê asayî nabe, bi kuştinê dibe’ bal kişandibû ser rastiya li Îmraliyê. Ji ber vê yekê rojeva ku ji aliyê Balçelî ve dest pê kiriye, ji hêzên ku komployê li dar xistin serbixwe nîn e. Pêşketinên ku li Kurdistan û herêmê çêbûn, pêşî li vê yekê vekirin.

‘Mirov dikare bibêje ku hewldana Bahçelî xwe dispêre plana hêzên navneteweyî’

Berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwenda gerîla, bandora Şoreşa Rojava, îsrara Kurdan a li dijî zext û zulmê, di serî de li Bakur,  pozîsyona gelê Kurd a jeo-stratejîk û jeo-polîtîk bûn sedema vê rojevê. Her wiha asta pêşketina tevgera azadiya gelê Kurd, cîhanbûna pêngavê, pêşketinên leşkerî û siyasî yên li Rojhilata Navîn û aloziya ku Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraq ku rasterast aliyên vê krîzê ne, di Şêrê Cîhanê yê Sêyemîn de gelê Kurd hem di polîtîkayên li herêmê, hem jî li qada navneteweyî de kir hevgirtiyek sereke. Ji ber vê yekê aliyên têkildar neçar man teşeyek nû bidin polîtîkaya xwe ya ji bo Kurdan û ev yek di nava xwe de ligel derfetan, xeteran jî dihewîne. Li ser vê bingehê, dikare were gotin ku serê hewldana Bahçelî ji aliyê DYE û Îngîltereyê ve tê kişandin û xwe dispêre plana hêzên navneteweyî. Plan hê bi hemû aliyên xwe neyê zanîn jî polîtîkaya bêçekbûyîna tevgera azadiya gelê Kurd tişteke nû nîn e. Bi van hewldanên dawî xuya dibe ku dê ev yek zêdetir bibe.

Bi muxatabiya Rêbertiyê çareseriya demokratîk û siyasî’

Piştî bêdengiya mirinê ya 5 salan ku di bin tecrîdê de derbas bûn hevdîtina parlamenterê Rihayê yê Dem Partiyê Omer Ocalan a bi Rêber Apo re, têkildarî meseleya Kurd ket rojeva Tirkiyeyê. Ev rewşa ku pêşketineke cidî ye, ji aliyê her kesê vê tê nîqaşkirin û her kes hewl dide pêvajoyê fam bike. Rayedarên ku li ser navê KCK, HPG û Tevgera Jinan ve daxuyanî dan, hem helwest nîşanî aliyên bi xeter ên Bahçelî dan, bang kirin ku bi muxatabiya Rêbertiyê di çareseriya siyasî û demokratîk de ji dil bin. Rêber Apo projeya çareseriya siyasî ya ji bo meseleya Kurd û nêrînên xwe ji sala 1993’yan ve heta niha bi awayê herî ji dil her dem ji raya giştî re vegot. Hem bi nexşeriya siyasî, hem jî bi parêzameya PARASTINA GELEKÎ û bi parêznameya 5’emîn a bi navê di Kurdên di dorpêça qirkirinê de nêrînên xwe, guherîna paradîgmayê û projeya xwe ya şênber a çareseriyê eşkere kir.

Ji ber ku çareseriya demokratîk siyasî tune ye çek tên bikaranîn

Di 28’ê Sibata 2015’an de di hevdîtina li Dolmabahçeyê ya hikumeta AKP’ê û heyeta HDP’ê de deklerasyona çareseriya makezagonî hat îlankirin. Parêznameyên ku li zimanên din hatin wergerandin, li Kurdistan, herêm û cîhanê gihîştin beşên mezin. Bi saya wan çavkaniya pirsgirêka Kurd, tunebûna statuyê, îlhaka leşkerî, rewşa mêtinkariya ku ji ber înkara siyasî çêbûye, komkujî, daxwazên Kurdan, çareseriya siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, helwesta Tevgera Azadiya Kurd hatin zanîn. Beramberî vê, ya ku weke  aliyê çareseriya siyasî be xwe nîşan da û stratejiya îmha û qirkirinê bi pêş xist dewleta Tirk e. Rêbertiyê her dem got ku ew ji çareseriya demokratîk re amade ye lê ji ber ku aliyê dewletê ne zelal e rewş heta tu bibêjî bi xeter û fikaran tê dîtin. Ji ber ku çareseriya demokratîk a siyasî tune ye çek tên bikaranîn. Jixwe armanca çareseriyê ew e ku çek ji dewrê werin derxistin, guherîneke hiqûqî û siyasî çêbibe. Bi banga Bahçelî ya ‘bila were li meclisê bang bike, bibêje ku rêxistina xwe tasfiye kiriye’ diyar dibe ku hem nikare Rêber Apo muxatab bigre, hem jî bi şertê ku ji bo tasfiyekirina rêxistinê û gerîla dide pêş, nîşan dide ku ji têgihîştinê dûr e.

‘Lingê siyaset-medya-leşkerî bi hev re dimeşe’

Mijara bazara li ser Reber APO ya bi rêxistina wî re, perçekirin, bi propagandayê afirandina dijberiyê, polîtîkayeke şerê taybet e. Li dijî PKK’ê bi salan e vê polîtîkaya NATO’yê klasîk a ku her dem bê encam maye ye. Her çendî weke hewldaneke şexsî were nîşandan jî pir diyar e ku Bahçelî li ser navê dewletê di nava planek de hereket dike. Her çendî hewl bidin nîşan bidin ku rewşeke nû heye jî, li aliyê din tecrîda giran, êrişên leşkerî-siyasî yên li dijî Kurdan, bênavber didomin. Ji ber wê daxuyaniyên dewletê yên ji bo pirsgirêka Kurd, nîqaşên di medyayê de tên kirin niha li hewayê mane. Dewletê di ser yek ji kadroyên xwe yên qedîm ê dewletê, (Abdulkadîr Selvî) de beriya ku hevdîtin li Îmraliyê çêbibe, agahiyan li ser çapemeniyê belav kir ku dê çûyîna Îmraliyê çêbibe. Lingê siyaset-medya-leşkerî bi hev re dimeşe. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê rewşeke herî hiqûqî û zagonî jî weke razeke mezin û surprîzek nîşan dide. Halbukî dewleta Tirk bi zanîn, tevî ku di warê hiqûqî-siyasî de sûc dike jî, piştî 5 salan hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêbertiyê re weke jesteke mezin û lutuf pêşkêş dike. Bêguman piştî ewqas salan hevdîtina bi Rêber Apo re raya giştî ya Kurd û dostên wan kêfxweş kiriye, hinek be jî fikarên aliyên siyasî kêm kiriye lê ji bo ku ev hevdîtin pêşî li rehetiyê veke divê pêngav mezintir bibe.

‘Azmûna rast a demokrasî-azadiyê’

Dema ku mijar Reber Apo û Kurd bin, tu tişt normal namîne. Têkoşîna tevgera siyasî ya Kurd, bangên ji bo azadiyê yên li cîhanê zêde dibin, çalakiyên piştgiriyê çêbûn. Li Tirkiyeyê jî ji derveyî hinek kesan, ji siyaseta Tirkiyeyê, li ser navê rewşenbîr û kesên xwedî wişdan, pênc sal in tu deng derneket. Kesên ku dema desthilatdariya faşîst destûr dide diaxivin, di rewşên din de bêdeng dimînin gelo dê careke din jî li dijî rastiyan bikaribin bi cesaret bin nayê zanîn. Rewşenbîr-siyasetmedarên bi tîpa Tirk ên li gorî pêşketinên  konjokturel di diyarkirina pozîsyonê de mahîr in, niha bi azmûna demokrasî-azadî ya rastîn re rûbirû ne.

‘Çalakiya li dijî TUSAŞ’ê diyar e ku bersiva li dijî ‘plana tunekirinê’ ye’

Di vê dema ku dîmenên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar anîn, hê jî di bîra mirovan de zindî ne, êrişên li ser Rojava, Şengal, Bakur û Başûr didomin de; kesên ku sûcên dewleta Tirk şermezar nekirin, çalakiya li Enqereyê ya li dijî navenda paregeha parastinê TUSAŞ’ê bi lezgînî şermezar kirin. Weke ku rayedaren HPG’ê diyar kirin û di medyayê de hat nîqaşkirin, amadekariya ji bo ve çalakiyê demek dirêj e. Ango çalakiyek ku di nava hefteyek de were plankirin û lidarxistin nîn e, têgihîştina weke ‘sabotekirina pêvajoyê’ rewşeke vahîm e. Bêguman gerîla li dijî pergala îşkenceya li Îmraliyê, êrişên îmhayê yên li ser xwe û bombebarana ku her dem li ser Rojava, Şengal, Başûr û Mexmûrê tê kirin, jin, zarok û Kurd, li ser xwezaya Kurdistanê tên kirin bêdeng namîne. Çalakiya li dijî TUSAŞ’ê bersiveke li dijî plana tunekirinê ya AKP-MHP’ê ye. Polîtîkayên qirkirinên yên tecrîd û qirkirinê, zordariya leşkerî, qetliamker û şîdeta heyî bingeha çalakiyeke bi vî rengî çêkiriye. Tevî vê rastiyê jî nîqaşên ku tên kirin seranser in.

‘Divê dawî li pergala îşkenceya li Îmraliyê ya 25 in didome were’

Reber Apo, di hevdîtina bi Omer Ocalan re diyar kir ku tecrîd didome û ger derfeta hiqûqî-siyasî were dayîn hêza wê ya çareseriyê heye. Tişta ku divê hemû kesên çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazan esas bigrin ew e ku tecrîd ji holê rabe, mafê hêviyê bi zagonê bikeve meriyetê, azadiya fizîkî pêk were. Ji bo dawî li pergala îşkenceya Îmraliyê ya 25 salên xwe temam kiriye were divê têkoşîn hebe, ev yek dê bikeve xizmeta aştiyê.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê sibê jî dusibê ger tecrîda li Îmraliyê û meseleya Kurd ji rojeva xwe derbixe jî; ev rojev, dê di rojeva muxalefet, hêzên demokrasiyê, kesên ku terkî xizanî-bêhiqûqî, rizînê hatine kirin de bimîne.

Divê jin di pêvajoyeke wiha krîtîk de pêşengî ji têkoşîna civakî re bikin

Di vê pêvajoyê de dê jin li ser polîtîkaya çareserî û aştiyê nîqaşan bikin û têkildarî vê çalakiyan bi bêş bixin. Ji vî aliyê ve riya sereke ya rawestandina şîdeta li dijî jinan, avakirina pergaleke demokratîk-azadîxwaz e. Ji bo vê yekê pêdivî heye ku jin ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bikin û dest bi çalakiyan bikin. Ji ber wê ji her demê zêdetir pêwîst e jin di pêvajoyeke wiha krîtîk de pêşengî ji têkoşîna civakî re bikin.

‘Performansa ku hêzên gerîla nîşan didin zorê dide artêşa dewleta Tirk a faşîst’

Dewleta faşîst a Tirk, bi hincetên cur be cur êrişên îmhayê li dijî Rojava-Şengal-Maxmûr û Başûr didomîne. Di navbera hêzên gerîla û artêşa dewleta Tirk a faşîst de jî şer û pevçûn bênavber didomin. Di operasyonên îmhayê yên ku navê Pençe-Kilît lê kirine de, çawa ku mifteyê bi dest nexistine, fermandarên HPG’ê diyar kirin ku bi xwarina derbeyên mezin, îsal jî negihîştin armanca xwe. Performanca ku hêzên gerîla nîşan didin, zorê dide artêşa Tirk a faşîst, windahiyên ku ji raya giştî tên veşartin jî zêde ne. Hikumeta AKP-MHP’ê ya di siyaseta hundir û derve de tengav bûye; weke me li jorê jî diyar kir diyar nîn e ka bi rastî jî ber bi çareseriya demokratîk a meseleya Kurd ve diçin, an hewl didin ‘plana îmhayê’ bi mijûliyên taktîkî bibin serî. Ev yek dê di rojên pêş de zelal bibin.

Çalakiya Enqereyê wan şok kir

Nêzîkahiya bi temkîn a gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk heta tu bibêjî hewlesteke polîtîk a hevgirtî ye. Zimanê polîtîk û nêzîkahiya bi baldar a ji bo bendewariyên vala çênebin girîng in. Çalakiya Enqereyê wan şok kir, nîqaşên li ser û bandora vê yekê dê bidome. Hat diyarkirin ku yên ve çalakiya fedayî li dar xistine endamên Tabûra Nemiran in. Li cihekî di bin hakîmiyeta faşîzmê de, di dilê wê de êrişa li dijî TUSAŞ’ê ku saziya herî taybet a leşkerî ye; çawa ku artêşa Tirk û siyaseta wê serûbin kir, dê bandorê li ser polîtîkayên demê yên hêzên siyasî yên herêmî jî bike. Ev çalakî li dijî qirkirina li ser Kurdan, ruhê fedayî temsîl dike û îdiaya pêşengiyê digihîjîne lûtkeyê. Ev çalakî vê heqîqetê sembolîze dike.

‘PKK’ a ku di asta cîhanî de xwe bi pêş xistiye xwedî diyalektîka tevgera teorîk-pratîk e’

Pênasekirina bi navê ‘teror’ a PKK’ê ku Tevgera Azadiya Kurd, ji ber siyaseta înkar û îmhayê ye. Ger meseleya Kurd tunebûya dê PKK jî derneketa, her kes vê dizane lê dîsa jî înkarkirina heqîqetê weke polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. PKK, tevî hemû planên tesfiye û îmhayê, weke partiya sosyalîst a pêşeng di sedsala 21’ê de rola xwe ya ku dikare bigiherîne, hêza xwe ya têkoşînê, ji Kurdistanê gihîştandiye Rojhilata Navîn. Di asta cîhanî de gihîştiye kapasîteya pêşketinê, xwedî diyalektîka tevgera teorîk-pratîk e. Rêber Apo yê ku PKK’ê bi vê felsefeyê damezirand, bi rêxistin kir, riya têkbirina desthilatdariya mêr, azadiya jinan, pênaseya civaka exlaqî-polîtîk nîşan da. Ji bo realîteya serdest a civakî ya ku rizîn dejenerebûn, xwekuştin û qeyranan di nava xwe de dihwîne bi dawî bibe riya tekane ye.