Li Taîzê semîner: Divê zagon li gor yên navneteweyî werin sererastkirin

Di hefteya mafên mirovan de, li bajarê Taîzê yê Yemenê semîner hat dayîn. Di semînerê de hat destnîşankirin ku ji bo hebûna jinan di mekanîzmayên biryardayînê de divê zagonên neteweyî li gorî zagonên navneteweyî werin sererastkirin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Di 10’ê Kanûnê de bi hevkariya Navenda Pêşxistin û Xebatên Jinan a Zanîngeha Taîzê û Rêxistina Mafên Mirovan a Mewon, bi sernavê ‘Pêşxistin û destekdayîna mafên jinan’ semîner hate dayîn. Ev semîner di çaçoveya bidawîbûna çalakiyên pêngava 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hat lidarxistin.

Di semînerê de akademîsyen, xwendekar û aktivîstên hiqûqê cih girtin, têkildarî girîngiya zagonên neteweyî li gorî zagonê navneteweyî were sererastkirin nîqaş hatin kirin.

Di semînerê de hiqûqnas Emel es- Sabrî têkildarî beyannameya Gerdûnî ya mafên mirovan û zagonên neteweyî yên Yemenê gotarek pêşkêş kir. Her wiha gotara duyem ji aliyê parêzer Ragde el-Maqtarî ve der barê bihêzkirina jinan û hebûna wan a di mekanîzmayên biryardayînê de hat pêşkêşkirin.

‘Mijar bi baldarî hatin hilbijartin’

Seroka Navenda Pêşketi û Xebatên Jinan Dr. Işraq Hael diyar kir ku ev semîner bi taybetî ji bo balkişandina ser parastina jinan û mafê jinan girînge û wiha got: “Mijara gotaran, bi awayê ku hem bihêzkirina siyasî û hem jî zagonên netewî bigrin dest hatin hilbijartin. Bivî awayê dê hişyarî zêde bibe û mafê jinan were destekkirin. Divê jin di qada siyasî de werin bihêzkirin, ev wê bi rastî ji bo parastina mafên jinan û garantîkirina wê de zemîn amade bike.”

‘Em ê pêşniyaran pêşkêşî rêveberiya zanîngehê bikin’

Hiqûqnas Emel es-Sabrî, da zanîn ku beşdarya vê semînerê firsendek e û wiha got: “Der barê beşdariya jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de min gotarek pêşkêş kir û di dawiya semînerê de pêşniyarên girîng derketin holê. Em ê van pêşniyaran ji saziyên civaka sivîl û saziyên fermî re ragihînin her wiha di mijara bihêzkirina rêgezên mafên mirovan de em ê pêşniyaran pêşkêşî rêveberiya zanîngehê bikin.”

‘Ev çalakî di civakê de hişyariyê zêde dikin’

Parêzer û endama Yekîtiya Baroyên Yemenê Ragde el- Maqtarî, îfade kir ku di semînerê de bal kişandine ser riyên zêdekirina hebûna jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de û mafên jinan û wiha got: “Ev mijar gelek girîng in, pêwistî bi hewldanên şênber ên ku van mijaran bixin meryetê û nîqaşên berfireh heye. Girîngiya van mijaran, ji peymanên navnetewî yê der barê mafên jinan, destûra bingehîn û zagonên Yemenê tên. Çalakiyên wih di civakê de hişyariyê zêde dikin. Em hewl didin binpêkirina mafên jinan were dîtin û bi riya van semîneran em hedef dikin ku hem li bajar û hem jî herêmên gundewar de hişyariya civakê ava bikin, daku mafê jinan bê dîtin û bikarin xwe bi parêzin.”

Parêzer Abir Maqlas, wek nûnertiya Rêxistina Mafê jinan a Mewon, da zanîn ku ev sazî li gel navenda xebatên jinan, bi taybet ji bo mexdurên girtinê û girêdayî vê binpêkirinên mafan di aliyê mirovî de hewldanek mezin didin.

Di dawiya semînerê de pêşniyarên wek, têgînên mafê mirovî bikeve mufredata dibistanê, kapasîteya mamosta û xwendekaran wer bihêzkirin, herî kêm ji sedî 30 kotaya jinan bê çalakkirin, reforma zagonên derbarê jinan de, pêşîlêgirtina zewaca zarokan, erêkirina sererastkirinên zagonên ku jinan ji tundiyê diparêzin derketin pêş.