Li Suweydayê rola jinan a di avakirina aştiyê de hat nîqaşkirin

Meclîsa Jinên Sûriyeyê, bi armanca xurtkirina rola jinan di avakirina aştiyê de û piştgirîkirina beşdariya wan a çalak di jiyana giştî de li bajarê Suweydayê rêzecivînên agahdarkirinê li dar xist.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Meclîsa Jinên Sûriyeyê, îro li Suweydayê bi sernavê "Di Dema Şer de Jin: Ji kêlekê ber bi navenda çalakiyê ve" civînek li dar xist.

Di civînê de rola piralî ya jinan di şeran de hate nîqaşkirin; beşdarbûna di pevçûnan de, piştgiriya lojîstîkî, mexdûriyet û avakirina aştiyê. Beşdaran, destnîşan kirin ku jin ne tenê qurbaniyên pevçûnan in, di heman demê de şervan, alîkar û parêzvanên civakên xwe ne.

Mamosteya hunerê Emal Murşid, diyar kir civîn di warên siyasî û civakî de rêyek nû ji bo jinan peyda kir û bingehên avakirina avahiyek ku jin dikarin rolek çalak di civakê de bilîzin danî.

Berdevka Ofîsa Jinan a Suweydayê Esala Aslan, diyar kir ku civîn li ser sê mijarên sereke yên mîna rola jinan li eniyên pêş, rola wan wekî destpêkerên pevçûnên navxweyî û rola wan mîna avakerên aştiyê sekinî. Ev çalakî beşa yekem a rêze perwerdehiyê li ser mafê jinan a diyarkirina çarenûsê û aştiya civakî bi dawî kir. Dê hefteya borî li ser rola jinan di pevçûnên çekdarî de rûniştinek bê lidarxistin.

Parêzer Rama Zeyn, spasiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya organîzekirina van înîsiyatîfan kir û destnîşan kir divê hişmendiya cîhanî li ser karanîna tundiya cinsî mîna çekek şer bê bilindkirin. Civîn, bû platformek ku jin bikaribin ezmûnên xwe parve bikin û çalakiyên pêşerojê pêşbixin. Beşdaran, di dawiya civînêde ji bo avakirina avahiyên rêxistinî yên bi pêşengiya jinan û zêdekirina hevgirtina civakî pêşniyaran pêşkêş kirin.