Li Suweydayê jin yekem tevgera xwe avakirin: Hurrayir Başan

Yekemîn tevgera jinan a li Suweydayê “Tevgera Hurrayir Başan”, armanc dike ku hebûna jinan bi hêz bike, wan zêdetir beşdarî jiyana giştî bike û di qadên cuda de bîne asteke bilind.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Di mehên dawî de bi êrîş û binpêkirinên li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê diqewimin re hewldanên girîng jî çêdibin. Komek jin 22’ê Mijdarê roja Şemiyê hatin ba hev avakirina “Tevgera Hurrayir Başan (Tevgera Jinên Azad a Başanê)” îlan kirin.

Tevger piştî erîşên çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam ên li  ser bajar hat avakirin û armanca wê ew e ku  platformeke ku êş û travmayên jinan  bîne ziman û dengê jinan bigihîjîne hev.

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ê ku tevgerê ji saziyên din ên jinan cuda dike ew e ku ne bi xebatên alîkariyê, bi nasnameya siyasî ya serbixwe derketiye pêş. Armanc ew e ku hêzê bide jinan, wan zêdetir beşdarî jiyana giştî bike û bigihîjîne astên herî jor.

Navê “Hurrayir Başan”, jinên Xirîstiyan, Durzî, Elewî, Sunî û Kurd di nava xwe de digre, li ser esasê mezhebî nasnameyî nîn e. Ev yek tam jî li gorî daxwaza bihevrebûna gelên herêmê ye.

Tevgera ‘Hurrayir Başan’ dengê jinan e

Yek ji endamên tevgerê Meram el-Kudamanî, diyar kir ku Tevgera Hurrayir Başan, jinan esas digre, dengekî cuda yê siyasî ye û bal kişand ku tevger hewl dide ji bo jinan di pêvajoyên biryaran de cih çêbike.

Meram el-Kudamanî, diyar kir ku tevger li cihê meşandina xebatên alîkariyê, armanca dike ku jinan bigihîjîne asteke baş di siyasetê de û got: “Sedema hilbijartina navê Hurrayir Başan ew e ku hemû beşand di nava xwe de dihewîne, navekî ji cudakariyên bîrdozî û mezhebî dûr e. Em bawer dikin ku jin dikarin di navbera hemû kesan de pirek ava bikin. Em ji bo azadkirina jinên ku di çend mehên dawî de hatin revandin û binpêkirin werin belgekirin dixebitin. Ji bo demên li peş jî armanca me ew e ku em jinan bigihîjînin astên baş da ku her warî de bibin hevkarên sereke.”

‘Fikra avakirina tevgerê bi êşên ku hatin kişandin çêbû’

Seroka tevgerê Hanan Şerefeddîn jî got ku fikra avakirina tevgerê ji ber êşên ku ji ber êrîşên meha Tîrmehê li Suweydayê çêbûne û binpêkirinên li dijî jinan derketiye holê û wiha domand.

“Tevgera me li Çiyayê Başanê piştî êrîş û binpêkirinên li bajar çêbûn derket holê. Em xwe dispêrin çavkaniya xwe ya serbixwe û cewherî lê ji bo destekdayîna jinan û malbatên mexdûran me fonek bexşê çêkir. Xwedî vê fikrê ez bûm. Ez keça bejahiya rojavayê bajar im û li wê derê bedelên mezin hatin dayîn. Min bi çavên xwe şewitandina malan, koçberiya mirovan dît. Min bi hevalên xwe yên ku heman êşan kişandin re têkiliya xwe domand û em li ser bingeh û naveroka tevgerê bi hev re xebitîn. Îro jî ji ber ku vîzyona me ya ji bo pêşerojê zelaltir e me avakirina xwe îlan kir.”

Razan Ridvan jî diyar kir ku ew bûye şahida gelek êşan, beşdarî refên tevgerê bûye û wiha got: “Ji bo ez tecrube û êşa xwe ragihînim, dengê jinên ku dixwazin dengê wan were bihîstin bigihîjînim cîhanê beşdarî tevgerê bûm. Em dixwazim mafên xwe bi xwe bigrin, em ê bi hev re bixebitin. Ez hêvî dikim ku em hevgirtina di nava tevgerê de mezin bikin, dengê rastiyê bi hev re bidin bihîsti, bigihîjin daxwazên xwe û ji bo zarokên xwe û gelê xwe pêşerojeke xweş ava bikin. Êş gelek mezin bû… Em hêvî dikin ji van êşan baş bibin.”