Li Suweydayê herî kêm 37 kes jiyana xwe ji dest dan

SOHR ragihand ku di pevçûnên di navbera eşîrên bedewî û şervanên xwecihî de li bajarokê Suweyda yê Sûriyeyê ku niştecihên wê Durzî ne, 37 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Sweydayê yê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, di navbera eşîrên bedewî û şervanên herêmî de pevçûn derket. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 37 kes jiyana xwe ji dest dane.

Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara kuştiyên di pevçûnên li Siwêdayê de gihîştiye 37 kesan, ku 27 ji wan Durzî û 10 jî Erebên Koçer bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nêzîkî 50 kesên ku du ji wan zarok in birîndar bûne.

Ev pevçûn yekem pevçûnên kujer bûn di navbera her du civakan de ji dema ku di meha Nîsan û Gulanê de tundûtûjî di navbera hêzên rêveberiya demkî û şervanên Durzî de derket û bi dehan kes hatin kuştin.

Malpera nûçeyan a herêmî Sweida 24, bi îspatkirina çavkaniyên bijîşkî, ragihand ku dengê gule û topan hatiye û got ku rêya ku Şam û Siwêdayê bi hev ve girêdide ji ber tundûtûjiyê hatiye girtin.

Parêzgeha Swêdayê bi nifûsa nêzîkî 700 hezar kesî, warê mezintirîn civaka Durzî ya welêt e.

Durzî bi giranî li Sûriye, Lubnan û Îsraîlê dijîn, ku daneyên herî dawî nîşan didin ku nêzîkî 152 hezar Durzî lê dijîn. Ev hejmar 24 hezar Durzîyên ku li herêma Golanê ya ku ji hêla Îsraîlê ve hatiye dagirkirin dijîn jî dihewîne ku ji sedî 5 kêmtir welatiyên Îsraîlê ne.