Li Sûriyeyê tundiya li ser bingeha zayendî zêde dibe

Endezyar û aktivîsta sivîl Lemîs Mûnzir diyar kir ku li Sûriyeyê tundiya ku jin îro pê re rû bi rû dimînin ne sûcên ji rêzê ne, pergala cezakirina kolektîf a di bin siya înkara fermî de dixebite. Lemîs got ku ev rewş çerxa tirsê ji nû ve diafirîne.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Di qadek ku tirs û wehşet ketiye nava hev û binpêkirinên giran zêde dibin de, krîza li Sûriyeyê kûrtir dibe. Ev tablo awayê tundiyê ku rasterast jinan dike hedef, nîşan dide. Revandin êdî wek bûyer an sûc nayên hesibandin. Êdî bûye amûrek sîstematîk ku ji bo şikandina îradeya civakan û hilweşandina tora civakî tê bikaranîn.

Nîşanên di raporên mafên mirovan de yên li ser zêdebûna windakirinên bi zorê, tundiya zayendî ya sîstematîk, zewacên bi zorê û hedefgirtina jinên ku endamên komên etnîkî û olî, fikarên li ser belavbûna çanda bêcezatiyê û têkbirina hesta ewlehiyê zêde dike.

‘Tundiya li hember jinan zêde bûye’

Di vê çarçoveyê de, endezyar û aktivîsta sivîl a saziya ‘Beytî Ena Beytek’ ‘Mala min mala te ye’ Lemîs Mûnzir, dibêje ku piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê di 8’ê Kanûna 2024’an de, revandin û tundiya li dijî jinan zêde bûye û jinên ji komên etnîkî û mezhebî, zêdetir dibin hedef. Lemîs Mûnzir wiha got: “Di şerên çekdarî de hedefgirtina jinan ne tesaduf e; beşek ji stratejiya berfireh ku armanc dike hemû pergalên civakî qels bike ye. Di vê çarçoveyê de, bedena jinê dibe qada şer, di heman demê de dibe amûra ji bo avakirina tirsê di nava civakan de. Bûyerên revandina jinan, di çarçoveya mekanîzmayeke berfireh a ji nû ve dabeşkirina desthilatdariyê tê bikaranîn ku armanc dike hevgirtina navxweyî ya komên bi bandor ên civakî qels bike û wan bixe nav hestên bêçareseriyê. Di vê pêvajoyê de, jin, hem wekî kesayetên navendî di pergala malbatê de û hem jî wek hilgirên nasnameya kolektîf, li ser civakên hedefgirtî, dibin amûrek ji bo danîna kontrol û zordariyê.”

Di navbera belgeyên mafên mirovan û înkara fermî de

Fikarên zêde, xwe dispêrin belgeyên mafên mirovan ên bihêz ku di nav de şahidiyên ji kesên rizgarbûyî û xizmên jinên revandî yên ku çarenûsa wan hîn ne diyar e hene. Li gorî lêkolînek ji hêla rêxistina bi navê ‘Sûriyeyî ji bo Rastî û Dadmendiyê’ (Syrians for Truth and Justice) ve, bi sernavê ‘Revandina li Sûriyeyê: Jinên Elewî herî zêde tên hedefgirtin’, dozên tundiya zayendî, zewaca bi darê zorê û gefên rasterast, belge dike.

Ev dane bi awayek eşkere bi vegotina fermî re nakok in. Berdevkê Wezareta Karê Hundirîn diyar kir ku tenê 43 bûyer hatine tomarkirin, ev hemû (ji bilî yekê) bi vegerê bi dawî bûne. Lê belê, şahidiyên qadê nîşan didin ku gilî û gazind bi awayekî cidî hatine paşguhkirin.

Hin daxuyaniyên malbatan eşkere dikin ku rayedaran serlêdanan bi awayek têrker lêkolîn nekirine û heta hewl dane ku doz bi encamdana ku jin ‘ji ber sedemên şexsî winda bûne.’ bên girtin. Ev rêbaz wek hewldanek ji bo kêmkirina zexta raya giştî û sînorkirina eşkerebûna bûyeran tê dîtin.

Tundiya li dijî jinan: Di navbera zayendî û nasnameya kolektîf de

Lemîs Mûnzir da zanîn ku divê du astên cuda yên tundiya li hember jinan ji hev neyê qutkitin û wiha got: “Ya yekem, tundiya li ser bingeha zayendî ku jinan tenê ‘ji ber ku ew jin in’ dike hedef. Ev cure tundiyê armanc dike ku newekhevî û cudakariyê xurt bike. Ya duyem jî  tundiya li ser bingeha nasnameyê ye ku jin wek beşek ji civakekê têne hedefgirtin. Di vê rewşê de, jin wek nûnerên komekê tên dîtin ku divê bên cezakirin an jî bindestkirin. Di civakên kevneperest de, têgeha ‘rûmeta civakî’ bi bedena jinê ve girêdayî ye, êrîşên li dijî jinan dibe peyamek ku ji tevahiya civakê re tê şandin. Bi vî rengî, bedena jinê dibe qadeke ku tirsa kolektîf lê çêdibe û têkiliyên hêzê ji nû ve tên sazkirin.”

‘Parastin û hesabdayîn pêdiviyên girîng in

Lemîs Mûnzir, da zanîn ku ji bo derbaskirina krîza heyî, eşkerekirina rastiyê pêwîst e. Lemîs got ku ev yek her wiha avakirina mekanîzmayên parastinê yên bi bandor, afirandina torên piştgiriyê yên civakî yên ku dikarin mudaxeleya bilez bikin û pêkanîna pêvajoyek belgekirinê ya sîstematîk ku delîlan diparêze, pêwîst dike û wiha domand: “Divê mekanîzmayên piştgiriya yasayî, tenduristî û psîkolojîk ji bo kesên sax mane bikaribin jiyana xwe ji nû ve ava bikin, bên xurtkirin.”

Lemîs Mûnzir her wiha li dijî gotarên ku êrîşên li ser jinan li ser bingehên mezhebî an siyasî rewa dikin hişyarî dide. Li gorî wê, qada nefretê bingeha ji bo pêşkêşkirina tundiyê, wek ‘pratîkek rewa’ amade dike. Lemîs diyar dike ku ji ber vê, hesabpirsîn ne tenê pêwîstiyek qanûnî ye, di heman demê de pêwîstiyek siyasî ye jî û ji bo pêşîgirtina li dubarebûna binpêkirinan, ew şertek bingehîn e.

Hiqûqa navneteweyî: çarçoveyek zelal ji bo hesabdayînê

Lemîs Mûnzir destnîşan kir ku revandin û tundiya li dijî jinan rasterast di çarçoveya peymanên navneteweyî de ne û wiha vegot: “Di vê çarçoveyê de, CEDAW (Peymana li ser jiholêrakirina hemû cureyên cudakariya li dijî jinan) a 1979’an û Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi taybetî tundiya li dijî jinan li herêmên şer û pevçûnan wekî gefek rasterast li ser aştiya civakî pênase dikin. Ji ber vê, hedefgirtina jinan ne tenê wek sûcekî ferdî tê hesibandin, wek binpêkirinek ku aramiya civakan têk dide û mekanîzmayên parastin û hesabpirsînê pêwîst dike tê nirxandin. Ev tê wê wateyê ku tenê şermezarkirin têr nake; divê gavên berbiçav ji bo parastin û edaletê bên avêtin.”

Lemîs Mûnzir dibêje ku pêvajoya edaletê li ser bingeha hewldanên berhevkirî yên aktorên navneteweyî û herêmî ye. Di vê çarçoveyê de dibêje ku:

“Komîsyona lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe, Mekanîzmaya navneteweyî ya bêalî û serbixwe (IIIM), Rêxistinên civaka sivîl ên di warê mafên mirovan de dixebitin, rolek girîng di pêşîgirtina li veşartina rastiyê de dilîzin. Bêcezatî û hilweşîna baweriya bi parastinê jî sedemek van binpêkirinan e.”

‘Divê dozên revandinê bên çareserkirin’

Lemîs Mûnzir, anî ziman ku krîz ne tenê ji ber zêdebûna sûcan e; çareserkirina bêbandor a gilînameyan jî sedema kûrbûna pirsgirêkan e. Lemîs da zanîn ku bi taybetî, di dozên jinên Elewî de, destwerdana nebaş a rayedaran di civakê de bêbaweriyeke cidî ava kiriye û wiha got: “Ev rewş dibe sedem ku hin civak xwe li derveyî çarçoveya qanûnî ya parastinê hîs bikin. Înkarkirina fermî û lêpirsînên bêbandor tirsê zêde dikin û dibin sedema ku jin ji ber fikarên ewlehiyê ji qada giştî vekişin. Divê dozên revandin û tundiya li dijî jinan wek beşek yekgirtî ya edaleta veguhêz werin çareserkirin. Divê hesabdayîn hemû aliyan bigre nav xwe, bêyî ku kengî pevçûn çêbûye; binpêkirin, çi di dema rejîma berê de çi piştî wê hatine kirin, divê bi awayekî giştî bên lêkolînkirin. Bûyerên li herêmên cuda yên wek herêma peravê, Hums, Hema, gundewarên Şamê, Ceramana, Eşrefiye Sehnaya û Suweyda nîşan didin ku binpêkirin pir berfireh û piralî ne.”

Encam: Parastin û dadmendiya jinan bingeha aştiya civakî ye

Lemîs Mûnzir da zanîn ku parastina jinan û mîsogerkirina mafên wan li gorî pîvanên neteweyî û navneteweyî şertên bingehîn ên aştiya civakî ne û wiha bi dawî kir: “’Dadmendiya jinan’ ne daxwazek cuda ye; perçeyek yekgirtî ya pergalek dadmendiyê ya berfirehtir e ku tevahiya civakê digre nav xwe.”