Li Sûriyeyê gefa bêdeng: Çekdarên biyanî dikin hemwelatî
Kampanyaya hemwelatîbûna çekdarên biyanî ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û beşdariya cîhadîstên tundrew ji bo saziyên mîna artêşa Sûriyeyê yan jî Artêşa Neteweyî, wê tundiya li dijî Xirîstiyan, Elewî, Durzî û Kurdan bidomîne.

EVA HASSÎ
Di meha Hezîrana borî de rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, dest bi kampanyaya hemwelatîbûna çekdarên biyanî kir. Her roj entegrasyona nêzî 40 kesan tê mîsogerkirin û bi hezaran kes bi riyên ne fermî tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê tên kirin. Li gorî Indeperdent Arabia, piraniya karûbarên hemwelatîdayînê li ser kesên ji Tirkmenistanê hat destpêkirin û bi pergalên îdarî bi awayekî di aliyê herêmên hesas de weke fermî nehatine eşkerekirin hat meşandin lê tu hûrgulî nehatin parvekirin.
Serokê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şara, di daxuyaniya ji bo dezgehên medyayê de diyar kir ku pêwist e hemû çekdarên biyanî bên naskirin. Li gorî Reutersê, çekdarên biyanî yên ji neteweyên cuda di meha Tebaxa îsal de bi awayekî fermî serlêdana hemwelatîbûnê kirin; di nav wan de kesên ji Pakistan, Uygur, Emerîka, Ewropa û welatên din jî hene. Di serlêdana ji Wezareta Karên Hundir re hat kirin de, daxwaza "hemwelatîbûna ram û pasaporta Sûriyeyê" hat kirin.
Li gorî çavkaniyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hemwelatîbûna çekdaran, bi karanîna qeydên kesên ku di bin kontrola hêzên ewlehiyê de li deverên peravê yên Sûriyeyê hatine qetilkirin, bi awayekî ne qanûnî tê pêkanîn. Hinek hêzên ewlehiyê, hejmarên neteweyî yan jî belgeyên kesane yên di nasnameyên kesên mirine desteser dikin û ev agahî di pergala qeydên dewletê de tên bikaranîn; guhertoyên ji raya giştî re vekirî û girtî hene. Ji guhertoyên hundir hejmarên navxweyî tên girtin û bi qurbanan re ji heman malbatê tê hesibandin û ji malbatên Ozbek re tên dayîn. Hêzên ewlehiyê, vê pêvajoyê girtî digrin.
Hinek çekdarên biyanî, ji ber ne tenê rûberê ewlehiyê, naskirina fermî û pasaportên tam jî dixwazin, vê pêkanînê red kirine. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li Sûriyeyê hejmara çekdarên biyanî di navbera 18 hezar û 42 hezar de diguhere û li Îdlibê û derdora wê û herêmên din belav bûne. Komên herî mezin ji Uygur (Tirkistaniyên Rojhilat, Çînî) û Ozbekan pêk tên; ev kom di avahiya HTŞ’ê de rolek navendî dilîzin. Rêjeya çekdarên Ereb li gorî berê pir kêmtir e. Her wiha çekdarên ji Qafqasya, Çeçen, Daxistanî û Ewropayê jî hene.
Rola Tirk û torên îkmalê
Raporên NY’ê, piştrast dikin ku bi hezaran çekdar bi riya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne û ev yek bi riya hêsankirina nixumandî pêk te. Rojnameyên mîna New York Times û The Guardian, di navbera salên 2012 û 2016’an de torên îkmalê yên çekdarên bi eslê xwe ji Asyaya Navîn, Qefqasî, Ewropî û Çînî (Uyguran) bi riya Tirkiyeyê derbas dibin belge kirin. Hinek kom li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine bicîhkirin (mînak, Partiya Îslamî ya Turkistan.) Raporên taybet ên bi çavkaniya Elmanya û Fransayê, eşkere kirin ku Enqere bi riya balafirgehên Stenbolê bi karanîna pasaportên Tirk an jî sexte derbasbûna Uyguran hêsan kiriye û piştre şandiye Îdlibê.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, piştî biryara 2254’an ya Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ya 2016’an di hevdîtinên Cenevreyê de di nava muxalefetê de dengên ku parastina pêdiviya entegrasyona çekdarên biyanî dikin, hebûn; gelek rayedaran, piştre li bakurê Sûriyeyê di pozîsyonên lîdertiyê de cih girtin û piştgiriyê ji Tirkiyeyê girtin.
Xeteriyên navxweyî
Hemwelatîdayîna çekdarên biyanî, wê parçebûna civakî kûrtir bike û bibe sedema bi darê zorê tevlîkirina komên xwedî nasnameyên etnîkî û îdeolojîk ên cuda ji bo civaka Sûriyeyê. Her wiha ji ber ev çekdar fêrî pevçûnên çekdarî ne, binpêkirinên ewlehî û bûyerên tundiyê wê bidomin. Dayîna hemwelatîbûnê, wê derbasbûna wan a welatên cîran ên mîna Tirkiye, Iraq, Urdun û Lubnanê hêsan bike û ji bo welatên mîna Çîn (Uygur) an jî Rûsyayê (bi eslê xwe Qefqasî) pirsgirêkên dîplomatîk an jî ewlehiyê biafirîne.
Yekem xuyabûna vekirî ya Uyguran, di sala 201’5an de li gundewarê Îdlibê bi riya Partiya Îslamî ya Turkistanê çêbû; li wir wan bi Eniya Nusra re bajêr desteser kirin û li ser Dêra Katolîk ya Aziz Yûsuf ala xwe daleqandin. Her wiha koçberiyên bi darê zorê û bûyerên tundiyê bi taybetî li gundên Elewî û Xirîstiyanan çêbûn. Çekdarên Ozbek û Çeçen jî di refên Eniya Nusra û DAIŞ’ê de beşdarî êrîşên xwekujî bûn û tevlî şerên girîng ên mîna Baregeha Hewayî ya Menaghê ya li Helebê bûn. Çekdarên bi eslê xwe Efrîkî (Somalî û Çad) jî di "Tabûra Mucahîdan" a DAIŞ’ê cih girtine û li Reqa û Dêrazorê herêmên mezin xistine bin kontrola xwe, li dijî sivîlan koçberî, hilweşandina sembolî û tundî pêk anîne.
Vegera rêxistinên mîna DAIŞ’ê xeter e
Entegrasyon û dayîna hemwelatîbûnê ya ji bo çekdarên biyanî û beşdariya hêmanên bi îdeolojiyên cîhadîst ên tundrew ji bo saziyên mîna artêşa Sûriyeyê yan jî Artêşa Neteweyî, wê dîsîplîna leşkerî qels bike. Propaganda û gefên hêmanan, wê tundiya li dijî Xirîstiyan, Elewî, Durzî û Kurdan bidomîne. Hemwelatîbûn, wê ji van koman re di nava Sûriyeyê de qadeke bi ewle mîsoger bike û bi demê re ji bo avakirina torên veşartî yên mîna DAIŞ’ê yan El Qaîdeyê derfet ava bike. Çawa ku berî niha hinek hêmanên beşdarî komên muxalif bûne, derbasî DAIŞ’ê bûn dê ev gef bi salan bidome; lewma, wê "îstîqrara rasteqîn" çênebe û Sûriye wê veguhere qada kaosa çekdarî.
Xeteriya herî girîng a dayîna hemwelatîbûnê ji hêmanên çekdar û radîkal re, bi parçekirina civaka Sûriyeyê re belavkirina îdeolojiya îslamîst a tundrew û naskirina fermî re, ji bo van koman rûberek li ser bingeha tundiyê de bide qezenckirin. Ji ber ku ev hêman baweriya xwe bi demokrasiyê naynin, dikarin di qeyranên siyasî yan jî leşkerî de hucreyên serhildêr ava bikin û bibin perçeyek tevna neteweyî. Ji ber ku ev hêman baweriya wan bi demokrasiyê tune ye, dikarin di krîzên siyasî yan leşkerî de şaneyên serhildêr ava bikin û bibin beşek ji tevna neteweyî.
Bandorên herêmî û navneteweyî
Sûriye, dibe ku veguhere riyeke derbasbûna cîhadîstên biyanî û navenda peydakirina çekdaran; li herêmên mîna Efrîqa û Asyaya Navîn wê îxraca çekdaran pêkan bibe. Mîna tiştên di sala 1980’an de li Efganistanê hatin jiyîn, divê ev dosya mîna pêvajoya herî xeter a gefa li serwerî û aramiya Sûriyeyê bê nirxandin.
Nirxandina xeteriyên civakî û ewlehiyê
Li gorî hinek çavdêran, hemwelatîbûna çekdarên biyanî, tê wateya domandina projeyek radîkal a ku bi cihêrengiya etnîkî û mezhebî ya Sûriyeyê re ne guncaw e. Ev rewş, dikare Sûriyeyê ji bo radîkalan veguherîne stargehek û di navbera civaka heyî û ya pêşerojê de cudahiyek kûr biafirîne.
Raporên NY’ê û Reuters, di Adara 2025’an de beşdariya çekdarên biyanî yên tevlî bûyerên tundiyên girseyî yên li herêma peravê bûne belge kirin û ji analîzên teorîk wêdetir, bandorên pratîkî yên rewşê derxistin holê.
Ruxmê vê yekê jî ev hişyarî ne perçeyek hesabên jeopolîtîk ên hêzên navneteweyî û herêmî ne; lewma mijara hemwelatîbûnê hê di rojevê de ye û bandorên wî dê di jiyana rojane ya gelê Sûriyeyê de werin hîskirin.
*Rojnameger û pêşkeşvana Rojava TV