Bîlançoya erdheja Efganistanê giran dibe
Hejmara kesên di erdheja Efganistanê de mirine hezarî derbas kir. Hat ragihandin ku sê hezar kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên di erdheja 1’ê Îlonê de ku bi pileya 6.0 li parêzgeha Kunar a rojhilatê Efganistanê qewimî de mirin hezar kesan derbas kir.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Efganistanê Yusuf Hammad, hûrguliyên erdheja ku roja Yekşemê li parêzgeha Kunarê qewimî parve kir. Wî diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de mirine gihîştiye hezar kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 3 hezar kesan.
Hemad diyar kir ku veguhestina birîndaran ji herêmê berdewam dike û ji ber vê yekê dibe ku hejmara mirî û birîndaran biguhere.
Yusuf Hammad destnîşan kir ku li hin deveran ji ber şemitîna erdê ya ji ber erdhejê rê hatine girtin, lê rêyên girtî dê ji bo gihîştina deverên dijwar werin vekirin.
Bi sedan kes di bin kavilan de ne
Rayedaran ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku piştî erdhejê ji herêmê re hatine şandin, li deverên bandordar ên Kunarê, ku bi sedan kes di bin kavilan de asê mane, xebatên xwe didomînin.
Rayedaran diyar kirin ku tîm ji ber çiyayî û şert û mercên hewayê yên xirab di gihîştina hin gundan de zehmetî kişandine û birîndar di dema xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de ku xelkê jî di nav de bûn, ji nav kavilan hatine derxistin û bi helîkopteran bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.