‘Em ê bi keda ciwanan Sûriyeyek Demokratîk ava bikin’
Bi sedan jin û xortên ciwan ên ji pêkhateyên cuda di 3’emîn Konferansa Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê ya li Kantona Reqayê de hatin li gel hev û destnîşan kirin ku wê pêşeroja Sûriyeyê bi îrade û yekîtiya ciwanan bê avakirin.

BERAET CALÎ
Reqa – 3’emîn Konferansa Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê li Kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariyek berfireh a ji pêkhateyên cuda yên ji hundir û derveyî Sûriyeyê pêk hat. Ciwanên Sûriyeyî, diyar kirin ku rola wan di şêwekirina pêşeroja welat de pêşeng û diyarker e.
Di konferansa ku 1’ê Îlonê hat lidarxistin de axaftvanan, destnîşan kirin ku pêwîste Sûriyeyê nû bi ked û hewldanên ciwanan, ji mezhebperestî, mudaxeleyên derve û vederkirine dûr, li ser bingeha nasnameyek neteweyî ya hevpar ku hemû pêkhateyên di nava xwe de dihewîne, bê avakirin.
Beşdarvanan, di mijara ev konferans ji bo bihêzkirina rêgezên demokrasiyê, piralî û rêveberiya xwecihî de gavek girîng de li hev kirin. Balkişandin ku jin û xortên ciwan bi hev re xwedî hêza parastina welat û avakirina makezagonek bi adil a ku hemû gel bihewîne ne.
Vîzyona ciwanan ji rêgeza yekîtiya neteweyî avadike
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj, diyar kir di konferansê de pêşkêşiyek ku xebatên Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê ya di salên dawî de belge dike hatiye kirin û û piştre der barê rewşa siyasî û rêxistinî ya heyî de nîqaşên kûr hatine meşandin. Bretan Roj, da zanîn di dawiya konferansê de jî ji bo pêvajoya pêşiya me rêze biryar û planên xebatên derketina holê û got: "Ev gav ji bo bihêzkirina yekîtiya û bihêzkirina rola wan a di avakirina pêşerojê de pir girîng e."
Bêrîtan Roj, destnîşan kir di navbera tu pêkhateyên gelê Sûriyeyê de cudakarî nîne, û vîzyona ciwanan bêyî cudakariyek etnîkî î dînî, li ser bingeha rêgeza yekîtiya neteweyî ye û wiha got: "Kurd, Ereb, Sunnî an jî Elewî ferq nake, em hemû aydê yek welatê ne; nasnameya me Sûriye ye.”
‘Em tevnek rengîn ku ji çand û nasnameyên cûda avadibe ne’
Bêrîtan Roj, balkişand li ser rewşên zehmet ên welat di nav de derbas dibe jî û da zanîn beriya demekî kurt li dijî herêmên perav ên Sûriyeyê êrîşên mezhebî pêkhatin û di encama van êrîşan de sivîlên ji temenên cuda jiyana xwe ji dest dan. Bêrîtan Roj, diyar kir ku ev rewş, êşên ku gel ji ber dabeşbûnan dijîn, hê zêdetir kûrtir dike û axaftina xwe wiha domand:
"Em îro di vê qonaxa krîtîk de, bi yek dengî radiwestin. Em bi yekkirina hewildanên xwe, girîngiya avakirina Sûriyeyek li ser bingeha demokratîk, piralî û rêveberiya xwecihî tekez dikin. Pêwîste em welatekî ji mezhebperestî, kîn û gotinên nefretê yên civakî dûr ava bikin. Ji ber ku em mîna yek pêkhate jiyan nakin; em tevnek rengîn ku ji çand û nasnameyên cûda avadibe ne. Mafê her pêkhateyek heye ku bi awayekî azad çand, ziman û nasnameya xwe bijî. Lewma, em ji bo avakirina Sûriyeyek nû ya demokratîk û piralî banga dubare dikin; Sûriyeyek ku hemû pêkhate û mezheban bêîstîsna tên hembêz kirin."
‘Têkoşîna ji bo welatekî ku hemû kesên hembêz dike’
Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk Lusnak Kavorian jî, da zanîn ev konferansa ku li Reqayê hate lidarxistin ne civînek asayî ye, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên ciwanên Sûriyeyê û lêgerina rêyên çareseriyê, qonaxek krîtîk bû.
Lusnak Kavorian, balkişand li ser rola jin û xortên ciwan û wiha axivî: "Parastina welatê xwe ya ji terorê û ji nû ve avakirin, erk û berpirsiyariya me ye. Mafê me heye ku em jî bijîn, têbikoşîn û li pey xeyalên xwe biçin. Pergala ku bi salan ciwanan vederkir û dûrxist, êdî li paş ma. Îro em wekî ciwan, xwedî vê hêzê ne dikarin ji bo maf û destkeftiyên xwe bi mîlyonan şoreşan pêkbînin.”
Lusnak Kavorian, got ku wê Sûriye azad bibe û bi destê nifşê ciwan ji nû ve bê avakirin û got: "Jinên ciwan, pêşenga şoreşek mezin in. Jinên ciwan, xwedî vê hêzê ku dikarin li hemû eniyan şer bikin û pêşeroja welat şêwe bikin.”