Li Sûriyeyê di encama teqînên bermahiyên şer de 9 zarok û 13 sivîl mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di meha Kanûnê de, li herêmên cûda yên Sûriyeyê di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de 9 zarok û jinek di nav de 13 sivîl mirine û 9 jê zarok 20 kes birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Bûyerên derbarê teqînên mayîn û bermahiyên şer de, nîşan dide ku li cihên bicihbûnê, ev xeterî hê didome û rê li ber gelek mirinan vedike. Ev rewş di siya nebûna tedbîrên cidî yên derbarê pêkanîna ewlehiya civakê û paqijkirina xeteriyan de tê jiyîn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) belge kir ku di meha Kanûnê de, li herêmên cûda yên Sûriyeyê di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de 9 zarok û jinek di nav de 13 sivîl mirine û 9 jê zarok 20 kes birîndar bûne.
Navendê diyar kir ku bûyerên teqîna mayîn û bermahiyên şer di nava mehê de hatin jiyîn, di navbera herêmên di bin kontrola hikûmeta demkî de, herêmên Rêveberiya Xweser û hêzên xwe wek ‘Artêşa Nîştîmanî ya Sûriyeyê’ bi nav dikin, belav bûye. Ev belavbûn, nîşaneya belavbûna xeteriya mayînan li cihê bicihbûnê û didome ye. Hate diyarkirin ku bi taybetî zarok di nav de, rê li ber mirinên ku sivîlan raste rast dike hedef vedike.
Navendê ragihand ku ev bûyer nîşan dide ku ji ber belavbûna bermahiyên şer û nebûna tedbîrên bi bandor ku li herêmên cûda yên Sûriyeyê vana paqij bikin, rewşa mirovî û ewlehiyê çiqaş şikestiye.
Li gorî daxuyaniyê, di meha Kanûnê de, li herêmên cûda yên welat di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de hinek bûyer hatin jiyîn. Ev bûyer li Îdlib, gundewarên Hama, Humus, Dêrezor, Heleb, Dera û herêmên Sûweyda qewimîn. Teqîn, sivîl dema di rêde derbas dibin, lawirên xwe diçêrînin, xebatên çandiniyê dikin an jî di encama pêlîstina cismên ku nayên zanîn ku bermahiyên şer in de, diqewimin.