Li Sûdanê tirs û zextên RSF'ê mezin dibin: 19.5 milyon Sûdanî bi birçîbûnê re rûbirû ne
Li Sûdanê di nava şer û pevçûnên dijwar de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li bajarê El-Nuhudê zext û binpêkirinên xwe zêde dikin; di heman demê de Bernameya Xwarinê ya Cîhanê hişyariyê dide ku nêzîkî 20 milyon kesî bi rîska birçîbûnê re rûbirû ne.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê di nav pevçûnên berdewam û kêmbûna parastina sivîlan de, raporên komkujiyên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve têne kirin, fikar zêde dibin. Rêxistinên mafên mirovan ji bo rawestandina binpêkirinan û misogerkirina ewlehiya niştecihan banga tedbîrên lezgîn dikin.
Tirs û zextên li El-Nuhudê
Li gorî daxuyaniyek ku duh, ji aliyê Xizmeta Awarte ya Dar Hamar ve hat weşandin, RSF bi hêzên leşkerî yên girîng ket bajarê El-Nuhud li Eyaleta Kordofan a Rojava û di nav niştecihan de tirsek mezin avakir.
Xizmeta Awarte diyar kir ku hêz li neh xalan li taxên bajêr hatine bicihkirin, ku ev yek bi tiştê ku ew wekî kampanyayek tirsandina li dijî sivîlan bi nav dike re hevdem e. Her wiha ragihand ku welatiyan li kolan û bazaran bi qamçiyan êrîş kirine, hin ji wan bi tohmeta piştgiriya artêşa Sûdanê hatine girtin û xizmetên înternetê yên satelîtê li bajêr hatine qutkirin, her çend xizmet ji bo kesên ku bi hêzan re hevkariyê dikin berdewam kirine.
Bangên mirovî û pêşveçûnên leşkerî
Rêxistinên mirovî û mafên mirovan ji bo parastina sivîlan û bidawîkirina kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser bajêr banga mudaxeleyê kirine. Ev rewş piştî windahiyên şer ên di dawiya Tîrmehê de derket holê, bi taybetî windakirina deverên stratejîk li Bakurê Kordofanê û rêyeke girîng a hinardekirinê û şandina hêzên nû ji Darfûrê bo eniyên pêşîn ên li Kordofanê.
Krîza birçîbûnê û rewşa xwarinê ya sûdanê
Li aliyê eniya mirovî, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) bal kişand ser krîza birçîbûnê ya berdewam li Sûdanê û diyar kir ku bi qasî 19.5 milyon kes ji ber pevçûn, rewşa aborî ya xirab, astengiyên di hilberîna çandiniyê de û bilindbûna bihayên xwarinên bingehîn bi bêewlehiya xwarinê ya dijwar re rûbirû ne.
WFP destnîşan kir ku bi qasî 825 hezar zarok di xetereya kêmbûna xwarinê ya tund de ne û tekez kir ku kêmasiyên domdar ên di xwarin û xizmetên tenduristiyê de gefê li rêjeyên mirinê dixwin, nemaze di nav zarokan, jinên ducanî û dayîkên ku şîr didin pitikên xwe de. WFP piştrast kir ku tevî pirsgirêkên ewlehî û lojîstîkî, ew kariye bigihîje bi qasî ji sedî 80’ê ji deverên di xetereya birçîbûnê de û tekez kir ku pêdiviyên mirovî ji çavkaniyên berdest pir zêdetir in.