Li Sûdanê şerê navxweyî, koçberî û binpêkirin
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajar desteser kirine û ji aliyê Partiya Ummet ve 40 kes hatine qetilkirin, bi hezaran malbat reviyane bajarê Al-Malha yê eyaleta Derfura Bakur.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê, şerê ku 15’ê Nîsana 2023’an de rû da, bû sedem ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û ji cihê xwe bibin.
‘15 hezar malbat ji cihên xwe bûn’
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê di daxuyaniya ku di 24’ê Adarê de daye de, diyar kir ku li bajaroka El Malha ya eyaleta Darfura Bakur, di encama şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de 15 hezar malbat ji cihên xwe bûne. Berê jî RSF’ê ragihandibû ku kontrola bajarê Al- Malha yê li paytexta eyaleta Darfura Bakur girtiye destên xwe. Artêşa Sûdanê ragihand ku careke din kontrola bajar xistine destê xwe. Rêxistinê destnîşan kir ku di encama şer û dagirkirina RSF’ê ya gundên Rojava û Bakurê El Fasher ê Bakurê Kutumê de di navbera rojên 1’ê Nîsanê- 31’ê Çileya 2024’an de 605 hezar kesan malên xwe yên bakurê Darfurê terikandine.
Banga parastina sîvîlan
Partiya Ummet a Neteweyî diyar kir ku raporên piştî şer bi dawî bû RSF li dijî gelê bê çek binpêkirinên giran pêkanîne û zêdeyî 40 mirî û bi dehan birîndar, windahî hene. Da zanîn ku ev binpêkirin sûcên şer in û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û divê demildest were sekinandin. Her wiha banga kir ku ji bo sivîl ji tundiyê werin parastin bikevin tevgerê.