Li Sûdanê ji kampa penaberan 2 zarok û 8 jin hatin revandin

Li kampên penaberan a li rojavayê Sûdanê, binpêkirinên tirsnak didomîn. Odeya awarte ya li kampa Ebû Şûk, ragihand ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve jin û zarok hatine revandin û hejmara windayan roj bi roj zêde dibe.

Sûdan – Li Sûdanê di encama xirabûna rewşa mirovî û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, hejmara kesên tên revandin û jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêdetir dibe. Her wiha êşa sivîlên li bajarê El Faşîr ê li eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê asê mane jî, kûrtir dibe.

Odeya awerta ya li kampa Ebû Şûk, duh ragihand ku 2 zarok û 8 jin j aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine revandin. Hate diyar kirin ku ev hêzan, rojane jinan ji kampê direvînin û dibin cihên nediyar.

Odeya awerta ya li kampa Ebû Şûk, ragihand ku li kampa penaberan a Ebû Şûk hejmara kesên tên revandin zêde dibe û ji ber êrîşên berdewam ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn, di nava kampê de hejmara kesên windabûne 20’ê derbas kiriye û hejmara kesên din ên windabûne jî nayê zanîn.

Binpêkirinên li dijî jinan didome

Odeya awertê, ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Kampa Penaberan a Ebû Şûk a li nêzîkî bajarê El Faşîr binpêkirinên li dijî sivîlan didome û da zanîn Hêzên Piştgiriya Lezgîn beriya niha 23 jin, 5 ciwanan ji kampa Zimzamê revandiye û biriye Girtîgeha Dagris ya li bajarê Nyala ya Başûrê Darfûrê.

Niştecihên El-Faşîrê, bi rewşek mirovî ya dijwar re rû bi rû ne. Bihayên xurekê gihişt astên pir bilind û  piraniya dikanan ji ber bombebaranên domdar hatin girtin. Kêmbûna pêdiviyên bingehîn jî, jiyana sivîlên ku di bajêr de asê mane, hê zêdetir dijwartir dike.