Di êrîşa Îsraîlê 5 jê rojnamevan 15 kes mirin
Li gorî tesbîtên destpkê di êrîşa hewayî ya Îsraîl li dijî qata 4’an a nexweşxaneya Nasir a li Xezayê, 5 jê rojnamevan 15 kes mirin, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîl li dijî nexweşxaneya Nasir a li başûrê Zîvala Xezaya di bin dorpêçê de ye, êrîş pêkanî. Li gorî tesbîtên destpêkê di encama êrîşê de 5 jê rojnamevan herî kêm 15 Filistînî mirin, di nav de xebatkarên tenduristiyê û rojnamevan hejmarek zêde kes birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya Nasir de kameremanê televizyona dewletê ya Filistin rojnamevan Husam el-Masri, kameremanê Al Jazeera rojnamevan Muhammed Selame û rojnamevan Meryem Ebu Dakka jiyana xwe ji dest dan.