Li Sûdanê 33,7 milyon kes hewceyî alîkariyê ne
Pevçûnên dodmar û bêçareseriya siyasî, rewşa mirovî ya li Sûdanê girantir dike. Li welat 21 milyon kes bi bêewlehiya xurekê ya giran re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan- Ji ber pevçûnên domdar û xirabûna rewşa mirovî, nîşaneyên ji bo sala 2026’an nîşan didin ku li Sûdanê aramî dê pêk neyê. Tê payîn ku pevçûn bidomîn û qeyrana mirovî kûrtir bibe.
Înîsiyatîfa Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xurekê ya Yekgirtî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku 33,7 milyon kesên ku nêzî du ji sêyan nifûsa Sûdanê, îsal dê hewceyê alîkariya mirovî bin. Ev yek di asta ewlehiya xwarinê de mîna nîşanek hilweşînek cidî tê şîrovekirin.
Li Um Bru û Karnoy a li Darfûra Bakur, rêjeya kêmbûna xurekê ji sedî 50’î derbas kir. Ji ber pevçûnên domdar, 9,6 milyon kes ji cih û warên xwe bûn û 21 milyon kes jî bêewlehiya xurekê ya giran dijîn.
Dibe ku bûyerên kêm xurekê bigihêje 4,2 milyon
Li gorî texmînan, îsal 4,2 milyon kes di xetereya kêm xurekê giran de ne û 20 herêmên din dikarin bikevin nav birçîbûnê. Ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û kêmbûna fînansmanê ji her sê navendên tenduristiyê yek girtî ye û kapasîteya mirovî sînordar e. NY’ê daxwaza parastina sivîlan, demildest û bê şert û merc gihandina alîkariyên mirovî û fînansmana têrker dike.
Pêkanînên nû
Di asta navneteweyî de jî, İngiltere ji bo artêşa Sûdanê û lîderên Hêzên Piştgiriya Lezgîn biryara zextê da. Serokê DYE’ê jî, ragihand ku ew ji bo bidawîkirina pevçûnê dixebitin û dê di demek nêzîk de planek aştiyê ya berfireh pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY’ê bikin.
Serokwezîrê Sûdanê jî, ji bo hewildanek aştiyê ya armanc dike agirbestê pêk bîne, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bêçek bike û lihevhatina civakî mîsoger dike, banga piştgiriya navneteweyî kir û destnîşan kir ku welat bi awayekî lezgîn hewceyî alîkariyê ye.