Li Stenbolê 5 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku di encama qezaya mînîbusê ya li Esenyurt de 5 jinên karker jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Esenyurt a Stenbolê duh di saetên êvarê de mînîbusa ku karkerên jin tê de bûn qelibî.
Di encama qezayê de 5 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan û 2 jê bi giranî 6 kes jî birîndar bûn. Walîtiya Stenbolê, ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe dest dane bûye 5 û wiha got: "Hejmara kesên di qezaya Esenyurt de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 5 kes. Dermankirina 2 jê bi giranî 6 kesên di qezayê de birîndarbûnê, didome.”
Di qezayê de şofêrê mînîbusê Niyazî Çelîk (61), Hacer Çakmakçi (40), Ahmet Kandemîr (44), Faranak Tashakornogedehy (53) û Ayten Ozfirat (68) jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina Resmiye K. (32), Kader O. (29), Îlknur G. (45), Umut O. (12), Alî O. (44) û Pinar A. (19) jî li nexweşxaneyê didome.