Li Silêmaniyê Panela ‘Avakirina têkiliyek di navbera erd û civakê de’

Li bajarê Silêmaniyê di Roja Cîhanî ya Erdê de û di bin dirûşmeya ‘Avakirina têkiliyek di navbera erd û civakê de’ panelek hat lidarxistin.

Silêymanî – Bi dirûşmeyaAvakirina têkiliyek di navbera erd û civakê de” îro li hola konferansê ya rêxistina CDO ya li Silêmaniyê, panêlek hat li dar xistin. Çalakvan û parêzvanên jîngehê beşdarî panelê bûn.  
Profesor Zîno Xalêd li ser “Roja Erdê di Cîhaneke Guherbar, Pirsgirêkên Navneteweyî û Erkên Jîngehê” nîqaş kir. Her wiha  Endezyar Rawa Mohammed jî li ser “Enerjiya Nû ji bo Pêşerojeke Domdar, Çareseriyên Enerjiya Paqij ji bo Kêmkirina Guherîna Avhewayê” axivî.

‘Divê jiyan li ser gerestêrka me bi dawî nebe’

Profesorê Zanîngehê Zîni Xalêd der barê guhartinên li ser jîngehê çêdibin axivî û wiha got: “Guhertinên li ser jîngehê berdewam dikin. Ji sala 1970’yan û vir ve ev roj wekî ‘Roja Cîhanî ya Erdê’ hatiye destnîşankirin. Qirêjiahiya jîngehê îro zêdetir bûye. Ji bo zêdekirina hişmendiya kesan ji bo erdê pêwistiyeke, da ku em karibin pabendbûna bi qanûnên qirêjiya jîngehê biparêzin. Ne tenê divê dar werin çandin. Her wiha divê çavdêrî û nirxandin hebin, da ku dar û keskbûna bajar neyê wêrankirin. Tenê konferans û semîner hişmendiya tevahiya civakê zêde nakin. Divê em bi awayekî berdewam kar bikin da ku jiyan li ser gerstêrka me bi dawî nebe.”

‘Gerestêrka me hêza me ye’

Dekanê Beşa Zanistên Jîngehê li Zanîngeha Silêmaniyê, Rezan Omar, got: “Îro di Roja Cîhanî ya Erdê de em li vir kom bûn da ku  em di hişyarkirina li ser Erdê de rolek bileyîzin û ji bo ku gerstêrka me neyê wêrankirin. Divê ku gerstêrka me baş bibe. Wê bi rêya hemû saziyên hikûmî û nehikûmî çareserî werin pêk anîn. Divê em bi hev re daxwazan pêşkêşî rayedarên peywendîdar bikin da ku gerstêrka me mayînde be."