Li Silêmaniyê bi merasîmek dê çek werin îmhakirin
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Koma Aştî û Civaka Demokratîk dê li Silêmaniyê bi merasîmek çekan îmha bikin. Ji bo şopandina merasîmê ji Tirkiye û bajarên Kurdistanê heyetan berê xwe dan Silêmaniyê.

Navenda Nûçeyan – Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîma dîrokî yak u dê komek gerîlayên PKK’ê çekên xwe îmha bikin îro tê lidarxistin. Merasîma dîrokî li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê dê were lidarxistin. Li gorî agahiyên Medya Haberê, gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk dê çekên xwe îmha bikin.
Heyet gihîştin Silêmaniyê
Heyetên ku ji Tirkiye û bajarên Kurdistanê ji bo şopandina merasîmê gihîştin Hewlêrê, bi 30 wesayîdên ku ji aliyê rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ve hatine amadekirin, ber bi Silêmaniyê ve ketin rê. Heyetên ku li Silêmaniyê ber bi cihê merasîmê ve çûn, hat diyarkirin ku dê ekîpmanên teknîk nekevin qadê.
Ji qada navneteweyî jî gelek rojnameger ji bo şopandina merasîmê hatin Silêmaniyê, li bendê ye ku merasim ji bo pêvajoya aştiyê bibe gaveke girîng.