Li sê bajaran zêdetirî hezar û 220 kes hatin qetilkirin

Ji meha Çileyê ve heta niha di encama êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ-DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk de, li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdetirî hezar û 200 kes hatin qetilkirin. Li herêma Cib el-Kube ya Helebê zêdetirî 270 cenaze hê nehatine definkirin.

Navenda Nûçeyan- Daxuyaniyê Rêxistinên Mafên Mirovan û nûçeyên di çapameniyê de hatin teyîsîn, şer û sûcên mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine jiyîn raxistin ber çavan.

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrîn, çeteyên cîhadîst ên HTŞ, DAIŞ û yên girêdayî dewleta Tirk li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, zêdeyî hezar û 200 kes, li Reqayê 15 kes, li Kobanê 5 kes qetil kirin. Di heman demê de li herêma Cib el-Kube ya Helebê zêdeyî 270 cenaze nehatine definkirin.

Li Efrînê di meha Çileyê de 4 jin hatin qetilkirin. Li Tebqayê, ciwanek bi awayê hovane hat qetilkirin, kesek dema dixwest ji Tebqayê biçe Efrînê, kesek jî dema hewl dida ji Reqayê bireve hatin qetilkirin.

Hezar û 200 kes hatin qetilkirin

Di meha Çileyê de çeteyan êrîşî nexweşxane, mal û saziyên xizmetê kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, diyar kir ku di êrîşan de zêdeyî hezar û 200 kes hatine qetilkirin, ji vana 100 jê hatine tesbîtkirin û belgekirin.

Zêdeyî 270 cenaze di morgan de ne

Hat diyarkirin ku zarokek ji ber bikaranîna gaza dijwar a li dijî nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir hat bikaranîn birîndar bûbû, li Hesekê jiyana xw li herêma Cib el-Kube ya Helebê zêdeyî 270 cenaze hê di nexweşxane û morgan de ne. Hinek ji wan jî bêyî agahiya malbatên wan li goristana Nîqêrîn a Nû hatine definkirin.

Di vê pêvajoyê de Heyva Sor a Kurd ragihand ku 3 xebatkarên wan hatine revandin, komîteyên xwecihî ji ragihand ku zêdeyî 278 kes winda ne.

SOHR: 15 cenaze hatin şewitandin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku çeteyan herî kêm 300 sivîlan bi awayekî hovane binçav kirine, cenazeyê 15 şervanan şewitandine û piştî ku kesek înfaz kirina îşkence li cenaze kirine. Li aliyê din 15 kesên ji Reqayê dixwestin ji çeteyan birevin, li Kobanê jî 5 kes bi topan hatin qetilkirin.

Zarokek piştî hate revandin hate qetilkirin

Zarokê bi navê Mihemed Ehmed El Esaf ku li taxa El Şear a Helebê jiyan dikir, ji aliyê kesên ne nas ve hate revandin û cenazeyê wî piştî 20 rojan hate dîtin. Li gorî ajansa ANHA’ yê ên ku zarok revandine ji malbatê 3 milyon dolar fîdye xwestine û piştre zarok qetil kirine.

Ji du taxan zêdeyî 2 hezar kes hatin revandin

Li gorî daneyan, li Şêx Meqsûd û Eşrefiye di nav de zarok û jin, zêdeyî 2 hezar kes, li Efrînê jî 3 ciwan û zarokek a keç hatine revandin.

Êrîşên ku di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiye destpê kirî, heta Meskenê, Dêr Hafir, Reqa, Tebqa, Dêrezor, Hesekê û Kobanê dom kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriye-Efrînê, ji ber di xwegihandina gelek herêman de astengî hebû, tenê agahiyên ku kariye bi dest bixwe belge kir.