Li Sanayê otobusên ji bo jinan bû sedema bertekan

Di nava rexneyên berdewamiya pêkanînên berê yên armanc dikin tevger û azadiyên jinan sînordar dikin de, li Sanayê saziyên girêdayî Hûsiyan xebatekî nû ya tehsîskirina otobûsên veguhestinê ya tenê ji bo jinan, ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Li herêmên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de, jin bi sînordarkirinên giran ên li ser azadiya tevger û mafên xwe yên bingehîn re rû bi rû dimînin. Dema rêze pêkanînên cudakar ên armanc dikin mafên jinan ên rêwîtî, kar û perwerdeyê sînordar dikin bên jiyanî kirin, raporên mafên mirovan di salên dawî de bi hezaran binpêkirinên bipergalî yên li dijî jinan radixin berçavan.

"Polîsên Trafîkê yên girêdayî û li Sanayê di bin kontrola wan de xebat dimeşînin, xebatekî nû ku armanc dike ji bo jinan otobusên taybet bên tesîskirin tê amedekirin. Hate diyar kirin ku gav bi hewcedariya parastina nepeniya jinan û xurtkirina "nasnameya wan a olî" hatiye avêtin.

Ev hewildan, berdewamiya rêze tedbîrên civakî ku Hûsiyan di salên salên dawî de li herêmên dibin kontrola xwe de pêktînin û qada tevgera jinan sînordar dikin û hebûna jinan a li qadên giştî û saziyên perwerdehiyê dixin di bin bin kontrola hişk de ye.

Li gorî daxuyaniyê, lêkolîn dê hejmara otobusan, taybetmendiyên wan, ajokar û rêyan bigre nav xwe; dê baldariyek taybetî li ser rêyên zanîngehan bê dayîn. Her çend biryar li ser medyaya dîjîtal nîqaşek derxist holê jî, çalakvanan guman rastiya pêkanînê lêpirsîn kirin. Platformên herêmî jî, vê yekê mîna çareseriyek fermî ya li ser mafên bingehîn tê ferzkirin, rexne kirin.

Mijara mijara gotinê, mîna berdewamiya qedexeyên berê yên Hûsiyan mezûnên tevlihev, cudakariya zayendî ya li zanîngehan û pêkanîn rojên cuda ya di perwerdehiyê de tê dîtin. Çavdêran, diyar dikin ku ev polîtîka hewldanek ferzkirina qalibên olî yên tund a têkildarî rola jinan a li ser civaka Yemenê ye.