Li rojnamegerên nûçe dişopandin doz hat vekirin
Îdianameya derheqê rojnameger Elfazî Toral û Sema Korkmaz ku di dema şopandina nûçeyê de hatibûn binçavkirin û Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a DEM Parti’yê Edanûr Îbrahîmoglu de, hate qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan – Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû di daxuyaniya 7’ê Kanûna 2023’yan de rastî tundiya polîsan hat. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî di 8’ê Kanûna 2023’yan de bi daxuyaniyekê tundiya polîsan protesto kir. Nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral û rojnameger Sema Korkmaz ku daxuyanî dişopandin û welatiya bi navê Edanûr Baydogan, di vê daxuyaniyê de hatin derbkirin û binçavkirin.
Îdianame hat amadekirin
Derheqê her 3 jinan de bi îdiaya “Bêçek tevlî civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” îdianame hat amadekirin. Îdianame, ji hêla 25’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo daxuyaniya têkildarî Edanûr Îbrahîmoglû îdiaya “bi propagandaya rêxistinê re dê çalakiyên provokatîf bihatina kirin (…)” hate kirin. Her wiha hat îdiakirin ku girse tevî “hişyariyê” jî belav nebûye.
Her wiha di îdianameyê de pankarta “Rewşa me pir biqudret e” ku di destê Edanûr Baydogan de bû weke “sûc” hate nîşandan. Ji bo rojnameger Sema Korkmaz jî îdiaya ku bi girseyê re meşiyaye hate kirin.
Di îdianameyê de ji bo rojnameger Elfazî Toral jî hat gotin ku bi kameraya di destê xwe de dîmen kişandiye. Lê belê nehat gotin bê Elfazî Toral çima hatiye binçavkirin. Hate îdiakirin ku di dema binçavkirinê de Elfazî Toralê li dijî polîsan “li ber xwe daye.”
Daxwaza ceza
Di beşa nirxandinê ya îdianameyê de ji bo Sema Korkmaz û Edanûr Baydogan berzkirina dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” weke “sûc” hat nîşandan. Dozgeriyê xwest ku Edanûr Baydogan û Sema Korkmaz bi îdiaya “Bêçek tev li civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” bên cezakirin. Ji bo Elfazî Toralê jî îdiayên weke “Bêçek beşdarî civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” û “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hatin kirin.