Li Rojhilat jin bi fikar in: Şerekî bêdeng û wêrankertir didome

Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê dibêjin: “Eger mirov fikar, streseke psîkolojîk, xizanî, bêewlehiya derûnî û bêbaweriyê biceribînin, di rewşekê de jî ku dengê çekan nayê, ev tê wê wateyê ku şer hîn jî berdewam dike. Şerekî bêdeng, lê wêrankertir.”

SOMA KARAMÎ

Ciwanro – Her çiqas 26 roj di ser agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de derbas bûne jî, herêmên Rojhilatê Kurdistanê hîn jî di atmosfereke bê ewlehî û di nav fikaran de dijîn. Parêzgehên Kirmanşah, Sinê, Îlam û Ûrmiyê ku ji rojên pêşîn ên şer ve rasterast di xeta agir de bûn, niha di siya fikar, bêewlehî û sînordarkirinên ewlehiyê yên tund de dijîn.

Li Ciwanroyê, hebûna hêzên leşkerî ya li deriyên bajêr kêm nebû. Di hin rewşan de, zêde bû. Danîna kamerayên ewlehiyê li deverên cuda yên bajêr, danîna navendên kontrolê bêyî agahdarkirina fermî û kontrolkirina pir caran a wesayîtên barhilgir, nemaze kamyonetên pickup, Nissanên şîn û wesayîtên bê plakayên herêmî, fikarên raya giştî derxistiye holê.

‘Mîna ku agirbest tenê peyvek li ser kaxezê be’

Gulroj Ehmedî, nişteciha Ciwanro ye. Li ser rewşa heyî ya li bajêr got ku "Bi şev, dema ku zarok ji rûtîna xwe ya rojane westiyan, em li dora xwe digeriyan da ku rewşa wan biguherînin. Lê niha gava tu diçî ji meydana Qaleyê benzînê bistînî jî gazî te dikin. Û ev ji aliyê kesên çekdar, rûpoş û xuyangeke gefxwar ve hat kirin. Ez meraq dikim gelo ew çi dikin û çima rûyên xwe vedişêrin? Zarokên min gava wan dibînin pir ditirsin û her tim ji min dipirsin, gelo şer dîsa dest pê kiriye? Û ez di çavên te de nîgeraniyê dibînim, mîna ku agirbest tenê peyvek li ser kaxezê be."

Gulroj li ser rabirdûyê wiha got: “Ez bavê xwe tînim bîra xwe ku digot ji salên 60’î ve, kes newêrîbû bişev bi çirayên vêketî derkeve derve, ji ber ku ji cerdevanan ditirsiyan. Niha ez heman tirsê di Ciwanroyê de dibînim.

Zehmetiya aborî sozên ku bicîh neanîn

Ji bilî ewlehiyê, pirsgirêkên aborî jî dibin sedema ku mirov karên xwe nekin. Jinek bi navê Tara, sozên şikestî yên rayedaran wiha vedibêje: “Di rojên destpêkê yên şer de, medyaya fermî ragihand ku ji bo derengketina vegerandina deynan cezayek nayê dayîn. Bi baweriya bi vê sozê, diviyabû di rojên ku em ji kar û dahatê bêpar bûn de, me pereyên xwe yên sînorkirî xerc bikira. Lê niha Mehr Bank bêyî ku me pêşwext agahdar bike, wek cezayek hinek pere ji hesabê me kişandiye. Ev tişt me ber bi bêhêvîtiyê ve dibe; Wekî her car, li vir ti sazî sozên xwe nagire. Her wiha, ew pereyên ku di dema şer de bi karanîna xwendevana karta Bank Sepah hatine dayîn, qet ji hesabê me re nehatine vegerandin. Em gelek caran çûn bankê û her roj me heman bersiv dibihîst: ‘Ew ê sibê were razandin.’ Lê ew sibe qet nehat.”

Şerekî bêdeng, lê wêrankertir

Tara pirsa "Mirov çawa dikare di rewşek piştî şer de bi ewqas zehmetî û hovane bijî?" kir û wiha berdewam kir: “Şer wê bi dawî bibe dema ku mirov careke din ewlehî, aştî û hêviyê tam bikin. Lê eger mirov fikar, streseke psîkolojîk, xizanî, bêewlehiya derûnî û bêbaweriyê biceribînin, di rewşekê de jî ku dengê çekan nayê, ev tê wê wateyê ku şer hîn jî berdewam dike. Şerekî bêdeng, lê wêrankertir. Di dawiyê de, depresyon, koçberî, bêkarî, enflasyon, hilweşîna psîkolojîk, hilweşîna civakî... Ev nîşanên wê yekê ne ku krîzek ku jê re "agirbest" tê gotin lê birînên kûr li ser jiyan û hişê mirovan çêdike, berdewam dike. Xelk hîn jî bi wêrankirina ku ji hundir ve wan ji holê radike re têdikoşin.

Çima bîranîna şerê psîkolojîk piştî 1957’an hê jî zindî ye?

Şerê psîkolojîk ê li dijî gel ji sala 1979’an vir ve qet nesekinî; Tenê şiklê wê guherî. Di civakê de tirs, bêewlehî û bêaramiya derûnî diafirîne. Xelkê wan salan bi fikara dengê zengila derî ya ku di nîvê şevê de lêdide mezin bûn, ji girtinên ji nişka ve ditirsiyan û rûyên maskedar û polîsên çekdar bi bîr dianîn. Li şûna ku birînan derman bike, hikûmetê bi parastina jîngeha ewlehiyê, tepeserkirina nasnameyên herêmî û meşandina propagandaya yekalî, heman şêwazên kevin bi awayekî nû ji nû ve hilberandin. Tewar nifşên paşîn jî ev fikar ji dê û bavên xwe mîras girtin. Niha, 26 roj piştî agirbestê, dubarekirina heman dîmenan li bajarên mîna Ciwanroyê, ji hebûna xurt a hêzên maskedar bigre heya sozên aborî yên bêdawî, nîşan dide ku tiştê ku îro diqewime dirêjkirina wî şerê psîkolojîk e. Şerekî ku guleyên wî rawestiyane, lê birînên wî hîn teze ne. Her çend li qada şer agirbest hatibe danîn jî, di jiyana xelkê de hê nehatiye ragihandin.

‘Me fêm kir ku bêdengî, bi awayekî, şertek ji bo jiyanê ye’

Reyhan Heydari, ku nêzîkî 80 saliya xwe ye, bi dest û çavên xwe yên bêhest ku êşa salan hildigirin, çîroka serdemekê vedibêje ku ji bo wê û gelekên din hîn bi dawî nebûye. Ew dibêje ku “Îro tirsa xelkê Ciwanroyê ji bo wê ne xerîb e; Ji ber ku bi salan berê, heman tirs di dil û canê mirovan de bicîh bûbû. Piştî şoreşê, eşkere bû ku şer ne tenê li ser sînoran e. Hikûmet di dilê malê de hat damezrandin; Em li gumanbaran digerin, em li reqîban digerin. Bişev davêtin ser malan û hin ji wan digirtin û careke din wan nedianîn. Ji bo me Kurdan, heta bilêvkirina daxwazên wekî diyarkirina çarenûsê û nasnameya çandî jî wekî dijminatiyê dihat dîtin. Ji wan salan û pê ve, me fêm kir ku bêdengî, bi awayekî, şertek ji bo jiyanê ye.”

‘Tirsa ji eşkerekirin û pirsyarkirinê êdî bûbû beşek ji jiyana rojane’

Reyhan diyar kir ku ew bi bîr tîne ku tax bi tevahî di bin kontrola komîte û hêzên Pasvanên Şoreşê de bûn û wiha got: “Derbasbûn û tevgera me dihat şopandin. Di nav me de kesên ku nûçeyan li gorî berjewendiya hikûmetê belav dikirin jî hebûn. Tewar şîroveyek herî biçûk jî dikare sibê bibe sedema girtina te. Tirsa ji eşkerekirin û pirsyarkirinê êdî bûbû beşek ji jiyana rojane. Mixabin heta îro jî, tevî guhertinên di xuyangê de, hîn jî di nav gel de mirovên di rolên wiha de hene.”

Dikandar karkerê di temenê leşkeriyê de neşîne tê cezakirin

Reyhan balê dikişîne ser destpêka Şerê Îran-Iraqê û zextên zêde yên li ser malbatan û wiha didomîne: “Bi destpêkirina şer re, xizmeta leşkerî jî zêde bû. Gelek ciwan bi zorê birin eniya şer. Carekê neçar mam kurê xwe li Xahedanê veşêrim da ku wî nebin. Wan dixwest em zarokên xwe teşwîq bikin ku bibin şehîd. Li dijî vê pêvajoyê derketin wekî xiyanet dihat hesibandin. Îro nîşan hene ku heman polîtîka dê vegerin. Di demên dawî de tê gotin ku ger kesek ku gihîştiye temenê xizmeta leşkerî û mecbûr e xizmeta leşkerî bike li ser kar an dikanek bêyî ku were şandin bê dîtin, dê kardêr an xwediyê dikanê cezayê pere bixwe. Bi vî awayî, ew bêyî daxuyaniyek fermî bi awayekî din xizmeta xwe ya leşkerî ya mecbûrî didomînin; Ji ber ku ew bi eşkereyî ji îhtîmala şerekî nû nîgeran in.”

Reyhan wiha dawî li axaftina xwe tîne: "Yek ji rêbazên herî girîng ên şerê psîkolojîk ew bû ku tirsek domdar ji girtin, îşkence, lêpirsîn û 'darvekirinê' biafirîne. Tew ger tiştek nekiriba jî, her tim li malê, li dibistanê, li ofîsê û li kolanê hestek bêewlehiyê hebû. Ev rewşa bêewlehiya civakî, bi serê xwe, celebek kontrola nerasterast bû. Ev tiştek e ku îro bi zelalî diyar e."

Wisa xuya dike ku şer bi dawî bûye, lê belê, tiştê ku di hiş û jiyana mirovan de diqewime her gav berdewamiya heman çerxê ye: tirs, bindestî û bêewlehî. Tiştê ku nehatiye guhertin awayê têkiliyên me yên bi mirovan re ye.