Ji ber qedexeya dermankirinê rewşa Werîşe Mûradî nebaş dibe

Kampanyaya ji "Werîşe Mûradî re azadî" bal kişand ser rewşa tendirustiya Werîşe Mûradî ya ber bi xirabûnê ve diçe û hat ragihandin ku piştî ji Girtîgeha Evînê sewqê Girtîgha Qereçakê kirine, nayê dermankirin.

Navenda Nûçeyan – Yek ji jinên muxalif ên Îranê aktivîsta mafên jinan Werîşe Mûradî di girtîgehê de ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dijî. Di belavoka kampanyaya “Ji Werîşe Mûradî re azadî” ya 25’ê Tîrmehê roja Înê hat weşandin de hat diyarkirin ku ji dermankirinê bêpar maye, tevî ji Girtîgeha Evînê sewqê ya Qereçakê bûye jî rewş neguheriye û ev yek ji bo tendirustî û jiyana wê bi xeter e.

Li girtîgehê bijîjkê pispor tune ye

Li gorî rapora ku hatiye weşandin li Girtîgeha Qereçakê ji ber bijîjkên pispor tunene, rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e û wiha hat gotin: “Werîşe Mûradî ya pirsgirêkên wê yên sinîrê yên kronik hene divê dermankirina wê domdar be lê her çendî bijîjkek ji derve hatibe plankirin jî hê dema hatinê nehatiye diyarkirin û nayê zanîn destûr dane yan na. Werîşe Mûradî ji bo êşên xwe sivik bike, bi alîkariya girtiyeke din a ku di warê fîzyoterapiyê de zanîna wê heye, neçar maye şalê li destê xwe bipêçe lê ji ber tunebûna pisporiya tibî, xetea komplîkasyonên ku rewşê girantir bikin zêdetir dibe.”

Dema ku xwestin wê bi kelebçe û zincîrkirî bibin bertek nîşan da û neçû

Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê plan kirine meha Gulanê Werîşe Mûradî bi awayê kelebçekirî û zincîrkirî bibin bijîkj lê Mûradî vê muameleya ji bo biçûkxistinê şermezar kiriye û çûyîna bijîjk red kiriye. Di raporê de ev agahî hatin dayîn: “Dûre dosyaya wê ya tendirustiyê girtin kategoriya bûyerên ewlehiyê.”

Ji ber xwarina nebaş rewşa wê xirabtir bû

Di kontrola bijîjkeke pispor a di Cotmeha 2024’an de hatibû tesbîtkirin ku pêdiviya Werîşe Mûradî bi lezgînî bi cerahiyê heye û wiha hat gotin: “Kê hê jî nehatiye emeliyatkirin. Tenê bi êşbirên ku bandora wan tune ye tê dermankirin. Her wiha sala borî piştî greva birçîbûnê ya li girtîgehê pirsgirêkên wê yên hezmê derketin û ji ber nebaşiya xwarinê ku didin girtiyan rewşa wê xirabtir bû.”

Di daxuyaniya kampanyayê de fikara der barê rewşa tendirustiya, Werîşe Mûradî de hat ziman û ji nekirina tetkîkên tibî yên pêwist rayedarên Îranê û rêveberiya Girtîgeha Qereçakê berpirsyar hat dîtin.

Her wiha kampanyayê, bang li raya giştî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan ên cihî kir ku bi taybetî ji bo rewşa tendirustiyê ya girtiyên ji Girtîgeha Evînê hatine sewqkirin baş bibe, bi lezgînî bikevin tevgerê, li ser mijarê rawestin û hişyarî hat kirin ku ger eleqeya pêwist neye nişandan dê felaketeke mirovî ya telafiya wê ne pêkan e çêbibe.