Êrişên çeteyên cîhadîst li ser Suweydayê didomin
Li Bajarê Suweydayê aloziyên ewlehiyê, ji ber bombebaranên komên çete yên girêdayî cîhadîstên HTŞ’ê û bêewlehî û nebûna çavdêriya ewlehiyê an jî mudaxeleyek navneteweyî, wek encama binpêkirina agirbestê xirabtir dibe.

Suweyda – Bajara Suweydayê ya Sûriyeyê, ji 13’ê Tîrmehê vir ve di bin giraniya bombebaran, talankirin û koçberiya ji aliyê komên çete yên girêdayî cîhadîstên HTŞ’ê ve tên pêkanîn de, dibe şahidê binpêkirinên giran ya li dijî jin û zarokan.
Rûxmê ku li bajara Suweydayê gelek caran agirbest hate ragihandin jî, komên çekdar ên girêdayî cîhadîstên HTŞ’ê di bin navê "eşîrên bedewî" de, bi awayekî vekiri peymana agirbestê binpê dikin.
Li gorî agahiyên nûçegihana me ya li Suweydayê, bajarokê Kenaker di du rojên dawî de ji aliyê komên çete yên girêdayî HTŞ’ê yên herî zêde êrîşê sivîl, jin û zarokan dikin ve rastî operasyonên talankirin, sabotaj û bombebarankirina bejayî tê.
Her wiha "Hêzên Ewlekariya Giştî", di dorpêça ku gel zêdetirê 10 roj dijîn de, bi fûzeyan êrişê niştecihên ku ji bo xwe gihandina projeyên çandiyê hewil didin rêya bingehîn ya Al-Thalayê vebikin, kir.