Li Ranyayê pêşangeha hunerî ya mamosteyan hat vekirin
Li Ranyayê di pêşnageha tabloyan a bi navê ‘Jiyana bê huner, wekî tabloyek bê reng e’ de mamosteyan hunera xwe pêşkêş kirin.
Ranya- Îro li Ranyayê bi amadebûna hejmarek mamoste, hunermend û rewşenbîrên herêma Raperînê, pêşangeheke hunerî ya taybet ji bo mamosteyên şêwekar ên Rêveberiya Perwerdeya Ranyayê hat vekirin. Di pêşangeha ku bi sernavê ‘Jiyana bê huner, weke tabloyek bê reng e’ hat vekirin de, kêrhatinî, destrengî û cîhana hunerî ya mamosteyan hat pêşandan.
Di pêşangehê de gelek tablo û posterên cuda yên bi destên mamosteyan hatine çêkirin hatin pêşandan. Armanca vê çalakiyê ji derveyî pêşandana tabloyan, avakirina pireke di navbera şêwekarî û hunerhezan de ye.
‘Ji bo dîtina hunerê’
Kujan Ehmed yek ji kesên hatiye serdana pêşangehê bal kişand ser girîngiya van çalakiyan û got: “Ez ji bo dîtina berhemên hunermendan ku demek dirêj e li bendê me were vekirin hatime. Du aliyên erênî yên van çalakiyan hene. Ji aliyekî ve dibe çavkaniyek ji bo şêwekar berhemên xwe bidin nasîn û bifroşin, li aliyê din jî kesên ten serdanê hunerê nas dikin û eleqeya wan a hunerê zêde dibe.”
‘Mamosteyan astengî derbas kirin’
Mamoste Sûzan Ebûbekir Ebdul ku beşdarî pêşangehê bûye kêfxweşiya xwe ya ji bo van çalakiyan anî ziman û wiha got: “Îro em hesteke taybet dijîn. Me firsend dît ku piştî bi salan mamostehiyê, berhemên xwe çêbikin û pêşan bidin. Tevî pirsgirêkên aborî û astengiyan, li vê herêmê mamosteyên di qada hunerê de serkeftî hene û dikarin astengiyan derbas bikin. Em jî weke mamoste di dibistanê de bi hevkariya rêveberiyê xebatên xwe didomînin.”
Sûzan Ebubekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca me ew e ku em her sal çalakiyan bidomînin, an bi riya pêşangehê yan jî bi riya çalakiyên dibistanê, ji ber ku berhemên xwendevanên me teyîsîna xebat û keda me ne û cihê kêfxweşiyê ye ku ev xebat gihîştiye asta bajaran.”