Li Qeşmê metirsiya ekolojîk

Li gorî rayedarên Girava Qeşmê, ji ber qirêjiya petrolê ya ku ketiye nav daristanên mangrovê yên bi qîmet, xebatên paqijkirinê û lêpirsînê hatine destpêkirin da ku pêşî li zirarên mezin ên ekolojîk bê girtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Serokê Daîreya Çavkaniyên Xwezayî û Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya Girava Qeşmê, ji ber ku ekosîstemên mangrovê xwedî hesasiyeteke bilind in. Pêwîstiyeke lezgîn bi lêpirsîn û girtina tedbîran heye da ku pêşî li belavbûna qirêjiyê û bandorên wê yên neyînî bê girtin.

Serokê Daîreya Çavkaniyên Xwezayî û Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya Girava Qeşmê piştrast kir ku beşek ji petrola rijiyayî ketiye nava daristanên mangrovê.

Her wiha hat diyarkirin ku rayedar bi rêxistinên têkildar re vê mijarê dişopînin û ji bo kontrolkirin û paqijkirina qirêjiyê tedbîrên pêwîst digirin, da ku pêşî li derbasbûna petrolê ya nav deverên daristanî bigirin.

Ji aliyekî din ve, medyaya Îranê ragihand ku Dozgeriya Qeşmê talîmat daye saziyên berpirsiyar ku çavkaniya vê qirêjiyê diyar bikin.

Girîngiya daristanên Mangrovê

Daristanên mangrovê di nava ekosîstemên peravê yên herî hêja yên Girava Qeşmê de ne û di parastina pirrengiya biyolojîk, domdariya peravê, jiyan û mezinbûna cureyên curbecur ên avî û çûkan de roleke girîng dilîzin.

Ev ne cara ewil e ku peravên Hormozganê ji ber qirêjiya petrolê bandor dibin; di Gulanê de jî hin deverên peravê yên vê parêzgehê rastî bandora rijandina petrolê hatibûn.