Li Qamişlo mêran tundiya li ser jinan şermezar kir
Li Qamişloyê mêran ji bo şerê li dijî tundiya li ser jinan daxuyaniyek dan. Beşdarên meşê bi vê daxuyaniyê bal kişandin ser girîngiya berpirsyariya civakê û rola mêr a di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de.
Qamişlo - Domandina bêdengiya li dijî tundiyê, riya wê zêdetir vedike her wiha berpirsyariya li hemberî wê ne bi tenê li ser milên jinan e. Şerê li dijî tundiyê hewceyî guherîna zihniyetê, redkirina normên ku tundiyê rewa dibînin û helwesteke civakî ye ku maf û azadiya jinan diparêze. Di vê têkoşînê de, beşdariya mêran ne tenê piştgiriyek e helwestek e li hemberî zihniyeta ku tundiyê dikin parçeyek ji jiyana rojane.
Bi armanca nîşandana berpirsyariya civakî û piştgiriya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Qamişloyê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Mihemed Ebas û bi zimanê Erebî ji aliyê Mihemed Kozî ve hat xwendin.
Bi baweriya me ya bi mafên mirovan û rûmeta jinan, em li hember hemû şêweyên tundiya li ser jinan tê kirin red dikin û şermezar dikin, çi tundiya fizîkî, derûnî, devkî, civakî yan jî aborî be.
Tundiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, pirsgirêkeke mirovî û civakî ye dest dide rûmet û pêşeroja civakê û binpêkirina mafên jinan ên jiyan, ewlehî, azadî û wekheviyê.
Em tekez dikin ku jin hevparên sereke ne di avakirin û pêşketina civakê de û rêzgirtina li mafên wan û parastina wan ji tundiyê berpirsiyariyeke hevbeş e dikeve ser milên malbat, saziyên perwerdeyê, civaka sivîl û hemû aliyên pêwendîdar.
Li ser vê yekê em vê bangê dikin:
1. Divê hemû şêweyên tundî û cudakariyê yên li dijî jinan werin redkirin.
2. Divê çanda rêzgirtin û wekheviyê di navbera her du zayendan de were xurtkirin.
3. Pêwîst e jin û zarokên keç werin parastin û maf û rûmeta wan werin misogerkirin.
4. Divê hişyariya civakî li ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan were belavkirin.
5. Divê piştgirî ji bo başdariya jinan di avakirina civakeke ewle û dadwer were dayîn.
Bêdengiya me ya li hemberî tundiyê hêzê dide êrîşkaran, helwesta me jî hêviyê dide kesên dibin hedef.
Bi hev re ji bo civakeke bê tundî ku tê de hezkirin, dadmendî û rûmeta mirovî serwer be.
Ji tundiya li ser jinan re na...
Rûmet, azadî û wekhevî.