Li parlementoya Siwêdê derbarê komkujiya Helebê de pêşnûmepirs
Têkildarî êrîş û komkujiyên li taxên Helebê hatin kirin, bi daxwaza bersivdayîna Wezîra Karê Derve ya Siwêdê Maria Malmer Steneger pêşnûmepirs hat dayîn.
Navenda Nûçeyan – Êrîş û komkujiyên çeteyên cîhadîst ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û desteka xwe ji dewleta Tirk digre li ser taxên Kurdaan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, weke li gelek welatên Ewropa ji aliyê Kurdên li Skandînavya ve hate şermezarkirin. Tiştên li Helebê qewîmîn ket rojeva Parlementoya Skandînavya, parlementerê Sosyal Demokrat Kadir Kasirga, bi daxwaza ku Wezîra Karê Derve Maria Malmer Stenergar bersiv bide pêşnûpirsek da.
Kadir Kasirga diyar kir ku ji derveyî malbatên Kurd, malbatê endamên civakên Êzidî û Xiristiyan neçar mane malên xwe bi terikînin, îşaret bi wê yekê hate kirin ku tiştên hatin jiyîn, di aliyê Kurd, Xiristiyanî, Elewî û Dûrzî de modelak a zilm û tundiya sîstematîk e.
Beşek ji pêşnûmepirsa parlementer Kadîr Kasirga de cih girtî wiha ye:
“Siwêd, di mijara parastina mafê mirovan, mafê kêmenetewan û parastina hiqûqa mirovî ya navnetewî de ev demek dirêje xwedî xetek diyar e. Di heman demê de Siwêd parçeyek a Koalîsyona Navnetewî ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîj jî di nav de, li dijî DAIŞ’ê ye. Ev jî carek din nîşan dide ku Siwêd di aramiya Sûriye, parastina sivîl, rêza li ber mafê mirovan xwedî berpirsyartiya bikeva nava tevgerê ye.
Di vî alî de ez dixwazim vê pirsê ji Wezîra Karê Derve Marîa Malmer Stenergard bipirsim; “Wezîr ji bo demildest bi dawîkirina tundiya li Heleb û herêmên din û hun plan dikin ku kijan tedbîran bigrin?”
Gelek parlementerên Partiya Çep û Sosyal Demokrat ên parlementoya Siwêdê di daxuyaniyên dayîn de, peymanên ji ber komkujiyên li Helebê, çeteyên HTŞ’ê şermezar dikin weşandin.