Li Parîsê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Parîsê bi tevlibûna dehzezaran jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de meş pêk hat.
Navenda Nûçeyan – Li paytexta Parîs a Fransayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî meşek girseyî pêk hat. Meş ji Qada République heta Qada Nationpêk hat. Gelek rêxistinên jinan yên wekê SKB, Nous Toutes, Greve Féministe, Femmes Solidaires, CNDF tevli meşê bûn û her wiha sendîka û partiyên ku nav de; CGT, FSU, La France insoumise, FKP jî heye tevli bûn.
Di meşa ku bi dehezaran kes tevli bûn de bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bila cînayetên jinan bidawî bin’, ‘tundî li her derê ye’ hatin berzkirin. Tevî hewaya sart, girse gihişt qada Natîon û daxuyanî hat dayîn.