Li Nepalê felaketa lehiyê: Hejmara miriyan gihîşt hezar û 367’an
Li Nepalê hejmara kesên ji ber lehiyê mirine gihîşt hezar û 367’an. Heta niha ji 5 hezar û 132 kesan tu xeber nayê girtin.
Navenda Nûçeyan – Saziya Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Karesatên Neteweyî ya Nepalê daneyên nû yên lehiyên ku bandor li welat dike, weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara miriyan gihîştiye hezar û 367 kesan û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina 5 hezar û 132 kesên ku hîn jî winda ne, berdewam dikin.
Hate diyarkirin ku bi temamî 21 hezar û 185 personelên ewlehiyê li deverên ku ji karesatê bandor bûne hatine belavkirin, beşdarî operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, gihandina alîkariyê, derxistina cenazeyan û pêkanîna xebatên din ên mudaxeleya lezgîn bûne.
Pire hilweşiyan, veguhestin asteng bû
Hate diyarkirin ku piştî lehiya di 26’ê Tebaxê de li herêma Rasuwa çêbû, gelek pire hilweşiyane û rê zirar dîtine. Helîkopter ji bo piştgiriya hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê şandin herêmê. Hat diyarkirin ku tîm li deverên çiyayî yên ku gihîştina wan bi giranî asteng e, xebatên xwe didomînin.
Hat ragihandin ku li pişt lehiyê hilweşîna qeşayê heye
Hate nirxandin ku tevgera sîsmîk a li herêmê beriya karesata lehiyê di bûyerê de rolek lîstiye. Lêkolîna Jeolojîk a DYE (USGS) di daxuyaniya destpêkê de ragihand ku li herêmê erdhejek bi pileya 5.2 çêbûye.
Lê, USGS paşê daneyên xwe nû kir û da zanîn ku tevgera sîsmîk ji ber hilweşîna qeşayê çêbûye, ne ji ber erdhejê.
Pisporên Navenda Navneteweyî ya Pêşxistina Çiyayî ya li Katmanduyê jî dan zanîn ku lehî ji ber perçeyên qeşayê yên ji herêmên çiyayî qut bûne, çêbûye.
Li Nepalê, xebatên lêgerîn, rizgarkirin û alîkariyê piştî karesatê berdewam dikin û tê gotin ku tîm hîn jî ji bo gihîştina 5 hezar û 132 kesên winda, xebatên xwe didomînin.