Jinan biryara rakirina dudiliyên li ser CEDAW’ê nîqaş kir

Jinên beşdarî panela ji aliyê Komeleya Huriye ve hat lidarxistin bûn, destnîşan kirin ku rakirina dudiliyên li ser Peymana CEDAW’ê gaveke girîng a qanûnî û siyasî ye ku hewce dike ku qanûnên neteweyî bi taybetmendiyên civakî û olî re li hev bikin.

NECWA REHEM

Cezayîr – Di 4’ê Tebaxê de, hikumeta Cezayîrê bi awayek fermî ragihand ku dudiliyên xwe yên li ser hin bendên Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) rakirine. Ev gav bû sedema destpêkirina nîqaşeke berfireh a giştî. Hin kesan piştgirî dan biryarê, hin kesên din jî li dijî wê xwe neqayîl kirin û daxwaza têgihîştina encamên wê yên qanûnî û civakî kirin.

Dîsa jinan pêşengî kir

Biryara Cezayîrê ya rakirina dudiliyên xwe yên li ser hin bendên Peymana CEDAW’ê, bû sedema derketina nakokiyan. Hin kesan biryar mîna gaveke ku maf û wekheviya jinan xurt dike dîtin, hin kesên din jî wê wekî gefek li ser avahiya malbatê û aramiyê dîtin. Di nav van nîqaşan de, Komeleya Jinên Cezayîrê "Huriye" di 26’ê Tebaxê de bi rêya Zoomê panelek li dar xist. Di panelê de, pispor, lêkolîner, profesorên zanîngehê û nûnerên civaka sivîl anî cem hev da ku pirsên kûr li ser planên li paş û dema biryarê bipirsin.

Cezayîrê bendên 15 û 16’an red dikir

Cezayîrê di sala 1996’an de peymanê pejirand. Lê ji bo bendên 15 û 16’an dudilî kir. Benda 15’an li ser wekheviya jin û mêran a li ber qanûnê û mafên wan ên sivîl bû. Benda 16’an jî, li ser wekheviya di têkiliyên zewac û malbatê de bû ku di nav de jinberdan û welayeta zarokan jî hebû. Ev dudilî bi dehan salan mijara nîqaşê bûn; Cezayîrê di dawiyê de bi awayek fermî ew rakirin. Bi vî rengî soz da ku bi tevahî bi metna peymanê ve girêdayî be.

Daxwaza lêkolînê

Seroka Komeleya ‘Huriye’ Ayşa Serîr, di axaftina xwe ya dêstpêka panelê de diyar kir ku armanca nîqaşê fêmkirina planê paşîn ê vê biryara hesas bû. Ayşa got, “Pirsa me ya bingehîn ev e: Çima ev dudilî di vê demê de hatin rakirin? Dem ne tesaduf e; aliyên wê yên siyasî, qanûnî û civakî hene û hêjayî lêkolînkirinê ne. Komele baldar bû ku dengên jinan ji paşxaneyên cûda tê de bigre da ku nîqaşê bi rengek objektîf û hevseng dewlemend bike, ji polarîzasyona îdeolojîk dûr bikeve.”

Nêrînên cuda hatin ziman

Di dema rûniştinê de nêrînên ku hatin ziman, bi piranî ji hev cuda bûn. Endama Konseya Neteweyî ya Malbat û Jinan Atîka Harîşan, xurtkirina mafên jinan wekî "mifteya pêşketina civakî" binav kir, lê hişyarî da ku ev yek divê yekîtiya malbatê û tevna civakî xirab neke. Atîka tekez kir ku her reforma qanûnî divê berjewendiyên takekesî bi aramiya civakî re hevseng bike.

‘Biryar amûrên nû yên qanûnî dide jinan’

Profesor Delîle Trîkî Aît Şavuş ku pispora qanûna malbat û mîratê ye, diyar kir ku rakirina dudiliyan ji bo civakê tu gefê çênake û wiha got: “Azadiya tevgera jinan bi destûrî hatiye garantîkirin û bi nirxên civakî re nakok e. Ev biryar amûrên nû yên qanûnî dide jinan da ku mafên xwe di mijarên zewac û veqetînê de biparêzin; lê belê ew her wiha hewce dike ku qanûnên neteweyî bi erkên navneteweyî re li hev bikin.”

‘Rakirina dudiliyan qanûnên Cezayîrê bi erkên wê yên navneteweyî re li hev dike’

Pispora zanistên siyasî Profesor Zubeyde Ekrufe diyar kir ku ev gav xwedî aliyekî siyasî yê girîng e û rê li ber reformên berfirehtir vedike ku dê pozîsyonên jinan di qada giştî de xurt bikin. Zubeyde diyar kir ku ev gav di asta navneteweyî de nîşan daye ku Cezayîr ‘li gorî pîvanên navneteweyî tevdigere’. Pispora qanûna destûrî Profesor Samiya Semrî tekez kir ku rakirina dudiliyan qanûnên Cezayîrê bi erkên wê yên navneteweyî re li hev dike. Samiya diyar kir ku divê aktorên cihêreng di pêvajoyê de cîh bigirin da ku piştrast bikin ku ev reform bi taybetmendiyên civakî re li hev dikin.

Fikara ‘dibe ku ji bo malbata Cezayîrê gefan çêke’

Berovajî vê, Atîka Harîşan û Dr. Ben Kaviye Samiya fikarên xwe anîn ziman. Gotin ku ev peymanên navneteweyî dikarin xetereyên ku dikarin ji bo malbata Cezayîrê bibin gefek, çêkin. Harîşan û Samiya diyar kirin ku wekheviya ku ji hêla CEDAW’ê ve tê pêşniyarkirin, "dikare bibe perdeyek ku dê avahiya malbatê qels bike". Her wiha gotin ku Îslam mafên jinan ên perwerde, kar û rêwîtiyê qedexe nake û divê hêzdarkirina jinan bi referansên olî û neteweyî re lihevhatî be.

Nêrîna hevpar ‘ev biryar xalek werçerxê temsîl dike’

Nîqaşa ku ji hêla Komeleya ‘Huriye’ ve hatiye destpêkirin, mezintirîn dijwariya ku îro Cezayîr pê re rû bi rû ye nîşan dide: Çawa referansên olî û civakî dikarin bi erkên navneteweyî re li hev werin? Her çiqas gelek kes rakirina dudiliyan wekî destkeftiyek ku mafên jinan xurt dike pêşwazî dikin jî, yên din ditirsin ku ew dikare bi nirxên malbata Cezayîrê re nakokî bike. Her çend nêrînên cuda bin jî, beşdaran destnîşan kirin ku ev biryar xalek werçerxê temsîl dike ku nîqaşek berfireh a giştî hewce dike û girîngiya tevlêkirina komeleyên jinan û civaka sivîl di nîqaşê de heye.

Biryar, gavek wêrek e ku hem hêvî hem jî dijwariyan dihewîne

Biryara rakirina dudiliyên li ser Peymana CEDAW’ê wekî gavek wêrek tê hesibandin ku hem hêvî û hem jî dijwariyan hildigre. Her çiqas pabendbûna Cezayîrê bi mafên mirovan û peymanên navneteweyî nîşan dide jî, di heman demê de pirsên hesas derbarê hewcedariya reformên ku bi qanûna malbatê ya heyî û rastiyên civakî re lihevhatî ne, derdixe holê.