Li Merîwanê aktivîsên hawirdorê hatin bibîranîn

Di çalakiya ku ji bo heftemîn salvegera kuştina aktivîsên hawirdorê yên li Merîwanê hat lidarxistin de, bal hat kişandin ser rola jinan a di parastina xwezayê û têkoşîna li dijî texrîbata ekolojîk tê meşandin.

SOÛMA BARZGAR

Merîwan – Di heftemîn salvegera kuştina aktivîsên hawirdorê yên Merîwanê de li goristana “Dar Sîran” çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakiya ku ji bo bîranîna aktibîsên Sanê hat lidarxistin de, malbat, aktivîstên hawirdorê, hunermend û ji bajarên Urmiye, Îlam, Kamyaran, Sanê û Dîwandere yên Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya komeleyên hawirdorê bi hewldana komeleya Çiyayê Sewm ê Merîwan hat lidarxistin. Armanca bernameyê ya sereke, bîranîna kesên ku di dema vemirandina agirê li daristanên Zagrosê de jiyana xwe ji dest dane û di heman demê de balkişandina ser bihêzkirina têkoşîna ji bo parastina hawirdorê bû.
Di çalakiyê de bûyerên demê berê hatin bibîrxistin, kesên axivîn, bal kişandin ser rola civaka sivîl a ji bo pêşîgirtina texrîbata li ser xwezayê.

Her wiha bal hat kişandin ku şewitandina daristanan, zuwakirina çavkaniyên avê, tunekirina cureyên nebat û ajalan û astengiyên li peşiya aktivîstên hawirdorê, li ser pêşeroja ekolojîk a Kurdistanê xeterên mezin çêdike û hat gotin ku peywira saziyên berpirsyar ew e ku bi hev re li dijî van êrîşên li ser xwezayê derbikevin.

Jin bingeha civak û xwezayê ne

Di çalakiyê de têkiliya di navbera jinan û xwezayê de weke têkiliyeke dîrokî û civakî hat dîtin bal hat kişandin ku jin ne tenê ji bo parastina çavkaniyên xwezayê, di heman demê de ji bo domandina civakê û piştî krîzan avakirina hêviyan xwedî roleke girîng in.

Yek ji dîmenên bi bandor ên çalakiyê ew bû ku dayikên şehîdan, malbatên kesên ku di demên dawî de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin. Dayikên ku zarokên xwe ji bo azadiyê û parastina xwezayê winda kiribûn, li ba dayikên din sekinîn, peyam dan ku ew ê bi tora civakî û piştgiriyê vê têkoşîna sivîl bidomînin.

Bernameyên çandî teyîsîna berxwedana li dijî jibîrkirinê ne

Di çalakiyê de belavokên komeleyan hatin xwendin, malbatên kesên di demên nêz de jiyana xwe ji dest dane hat rûmetkirin, ji aliyê jinan ve bi komî sirûd hatin xwendin. Her wiha xwendina helbestan û ji bo bîranîna aktivîstên hawirdorê berhemên hunerî hatin dayîn. Ji hunermendan, wênesaz û dîzaynkar Sahar Biyos, tabloya sê şehîdan diyarî kir û rêzdariya xwe nîşan da.