Li Minbicê ji bo milkên Kurdan bi hezaran dolar tên xwestin

Kurdên ku piştî ji koçberiyê vegeriyan Minbicê, ji bo malên xwe yên desteserkirî bigrin, neçar dimînin 10 hezar dolarî bidin. Îdîa, komên ku destekê ji Tirkiyeyê digrin îşaret dike.

Navenda Nûçeyan – Hate diyarkirin ku Kurdên ji bajarê Minbica Sûriyeyê piştî ji koçberiyê vegeriyan, ji bo ku mal û milkên xwe yên desteserkirî paşve bigrin, neçar dimînin ku gelek pere bidin.

Li gorî îdîayan, komên girêdayî dewleta Tirk ên cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî de digrin, dest danine ser mal û milkên Kurdan û ji bo milkên wan li wan vegerînin, bi tonan pere ji wan dixwazin. Tê gotin ku rêjeya pereyan dighêje 10 hezar dolarî.

25 hezar kes koçber bûne

Li gorî nûçeya ANHA’yê, piştî ku komên girêdayî dewleta Tirk beriya nêzî salek û nîv Minbic kontrol kir, derdora 25 hezarî de Kurd koçber kirin. Beşek zêde yên koçber bûne, di demên dawî de vegeriyan bajêr lê di hêla xwegihandina milkên xwe de rastî astengiyên cidî hatin.

Tevî lihevkirinê pirsgirêk didomin

Li gorî peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya 29'ê Çileyê de hat çêkirin, yek ji bendên peymanê, vegera bi ewle ya koçberan a li cih û warên xwe ye. Lê belê hat diyarkirin ku pêkanînên li qadê ne li gor vê xalê ne û Kurdên ku vegeriyane, ji ber sedema zexta madî nikarin bighîjin milkên xwe.