Li Mexrîbê bertekên li dijî girtina Nezhe Mecdî didomin
Li Mexrîbê xwepêşandan û grevên ji ber kombûna daxwazên civakî û pîşeyî tên lidarxistin, bi pêvajoya darizandinê ya têkildarî perwerdekar û aktîvîst Nezghe Macdî re pêlek berfireh a hevgirtinê afirandin.
Mexrîb – Girtina mamoste û aktîvîsta perwerdehiyê Nezghe Macdî, di nava sendîka û derdorên mafên mirovan ên li Mexrîbê de deng veda, bû sedema xwepêşandanên hevdem û nîqaşên li ser şert û mercên xebatkarên perwerdehiyê û azadiya ramanê û xwepêşandanên aştiyane ji nû ve anî rojevê.
Li Mexrîbê sektora perwerdehiyê, di demên dawî de şahidiya zêdebûna xwepêşandanên pîşeyî, çalakiyên hevgirtinê û grevên herêmî yên li bajarên cûda tên lidarixstin dike, doza li dijî mamoste Nezghe Macdî hat lidarxistin jî nîqaşên nû yên der barê rewşa xebatkarên perwerdehiyê û çawaniya çareserkirina nakokiyên di nav sektorê de, anî rojevê.
Li ber Dadgeha Îstînafê ya Tancanê çalakiya hevgirtinê
Duh, li dora Dadgeha Îstînafê ya Tancanê xwepêşandanek aştiyane hate lidarxistin. Mamoste û parêzvanên mafên mirovan, hevgirtina xwe bi Nezghe Macdî ya girtî re nîşan dan, daxwaza berdana wê û vegerandina mafên wê yên qanûnî kirin. Beşdaran, destnîşan kirin ku zextên li dijî xebatkarên perwerdehiyê red dikin û gotin ku pêvajoya darezê azadiya ramanê û mafê xwepêşandana aştiyane binpê dike.
Li Herêmên cuda daxuyanî û bernameyên xwepêşandanê
Digel çalakiya li Tancanê, sendîka û koordînasyonên perwerdehiyê ya li herêmên cuda, bernameyên xwepêşandanê ya ji bo piştgiriya Nezghe Macdî û li dijî pirsgirêkên di perwerdehiyê de ragihandin. Wê li herêma Dahle-Vadi ez-Zeheb xwepêşandan û çalakiyên hevgirtinê yên sembolîk werin lidarxistin û li Nadorê jî wê greveke herêmî bê lidarxistin. Koordînasyona Netewî, destnîşan kir ku kêmbûna personelên perwerdehî û îdarî û çavkaniyên perwerdehiyê yên nebaş bandorek neyînî li ser kalîteya perwerdehiyê û derfetên wekhev dike. Koordînasyonê, girtina Nezghe Macdî şermezar kir û daxwaza xwe ya ji bo betalkirina karê peymanî û entegrekirina tevahî ya di karên sektora giştî de dubare kir.
Nîqaşa reforma pergala perwerdehiyê û îstîhdama peymanî
Ev xwepêşandan, di çarçoveya nîqaşên li ser reforma pergala perwerdehiyê li Mexrîbê de derket holê. Pergala îstîhdama herêmî ya di sala 2016’an de destpê kir, ji aliyê karkeran ve bi hinceta bêewlehiya kar û bandorê neyînî ya li ser aramiya pîşeyî hat rexnekirin. Lê belê, rayedaran diyar kirin ku armanca pergalê reform û mîsogerkirina berdewamiya xizmeta giştî ye. Tevî hinek guhertinên îdarî yên di salên dawî de, nerazîbûn û grev didomîn û daxwaza entegrebûna tevahî ya kadroyên cemaweriyê hê jî di rojevê de ye.
Pêvajoya darazê ya li dijî Nezghe Macdî
Doza mamoste Nezghe Macdî, ji ber beşdarbûna wê ya xwepêşandanên perwerdehiyê yên berê hate vekirin. Girtina wê di derdorên perwerdehiyê û mafên mirovan de bû sedema nerazîbûnê; aktîvîstên sendîkayan diyar kirin ku ew azadiya ramanê û mafê xwepêşandana aştiyane binpê dike. Lê belê, rayedarên fermî jî diyar dikin ku doz di çarçoveya qanûnî de tên meşandin. Heta ku doz bi encamp bibe, dosya di navbera kesên ku ji bo çareserkirina daxwazên di sektora perwerdehiyê de diyalogê diparêzin û yên ku tekez li ser domdariya hiqûqê û berdewamiya xizmeta giştî dikin de berdewam dike.
Zêdebûna bangên diyalogê
Ev geşedanan, ji ber daxwazên pîşeyî û civakî yên kombûyî û nîqaşên li ser reforma pergala perwerdehiyê û statuya nû de, di nav di atmosfereke giştî ya aloziyê ya di sektora perwerdehiyê de pêk tê. Sendîka û aktorên mafên mirovan, ji bo kêmkirina aloziyê û mîsogerkirina aramiya civakî bangên diyalogê zêde dikin.