Li Lubnanê 8 penaberên neçar hatin hiştin çemê derbas bikin mirin
Li Lubnanê 11 welatiyên Sûriyeyê neçar hatin ku di şert û mercên hewayê yên xeternak de ji çemekî derbas bibin. Di encamê de 5 jê zarok, 2 jê jin û mêrekî extiyar jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Artêşa Lubnanê îro danê siharê 11 welatiyên Sûriyê neçar kir ku di şert û mercên hewayê yên xeternak de ji çemekî derbas bikin. Di encama vê bûyerê de, 5 jê zarok, 2 jê jin û mêrêkî extiyar jiyana xwe ji dest dan û 2 jê jin mêrek jî hatin rizgarkirin.
Çavkaniyên herêmî, piştrast kirin ku artêşa Lubnanê 11 welatiyên Sûriyê binçavkirine, di şeveke sar de wan birine xalên derbasbûna sînor ên nefermî û wan neçar kirine ku ji çemekî di navbera her du welatan de derbas bibin. Aktîvîstan, diyar kirin ku ew van pêkanînan tenê mîna xeletiyek hêsan nabînin, mîna binpêkirinek cidî ya mafên mirovan dibînin. Aktîvîstan, destnîşan kirin ku muameleya li dijî penaber û koçberan, nîşaneya nebûna berpirsyariya exlaqî ye û sînoran li şûna derbasbûna ewle vediguherîne xefikên mirinê.
Aktîvîstan, diyar kirin ku divê ev trajedî mîna hişyariyek li dijî pêkanînên zextker ên jiyana mirovan paşguh dikin bê xwendin û ev yek neçar dike ku polîtîkayên heyî bi awayekî kok ji berçavan bê derbaskirin.
Sûriyeyiyan neçarin hilbijartinek dikin
Rûxmê ku hilweşîna rejîma Sûriyeyê, ji bo hinek Sûriyeyiyan hêviya vegerê da jî, şert û mercên ewlehî, siyasî û aborî yên li Sûriyeyê, hêj ji bo vegerek girseyî û ewle ne guncaw in. Lewma, Sûriyeyiyan neçarin ku di navbera mayîna di şert û mercên dijwar de li Lubnanê an jî vegera ji bo Sûriyeyê û rûbirûbûna bi rîskên nû de hilbijartinek dijwar bikin. Ev dilemaya mirovî, hewceyê planek navneteweyî ya berfireh ku ji zextên siyasî û aborî dûr, dê vegera dixwaz û biewle mîsoger bike ye.