Li Lîbyayê jiyanek ji derveyî qeydan
Penabera Misrî ya li Lîbyayê Salwa Muhammed dibêje ku tekane deriyê wê yê jiyanê makîneya dirûtinê ye ku pê debara xwe dike û got, "Tevî hemû zehmetiyan jî şandina keçên xwe ji bo dibistanê armanca jiyana min e."

MÛNA TOKA
Libya – Jinên ku hemwelatîbûn û belgeyên fermî yên ewlehiya wan misoger dikin tune ne, bi sebir jiyana xwe didomînin. Selwa Muhemed jineke Misrî ye çil sal in li Libyayê dijî, xwedî yek ji çîrokên ku balê dikşîne ser rewşa penaberên jin e.
Çîroka Selwa Muhemed a koçberiyê
Li taxeke gelêrî ya li bajarê Sabha yê Libyayê, Selwa Muhemed li pişt makîneya dirûtinê di hundirê dikanek biçûk de rûniştiye tevî ku ev kar têra debara wê nake jî ew yekane pencereya wê ye li jiyanê û riya rûbirûbûna bi xizanî û hewcedariyê re ye. Selwa Muhemed ji Misrê nehatibû Libyayê ji bo lêgerîna serpêhatî yan derfetek kar. Ew beriya 40 salan tevî hevjînê xwe yê Filistînî hatin Libyayê. Ji ber ku hevjînê wê ji sala 1976'an ve li Libyayê mamostehî dikir. Selwa Muhemed di temenê 14 salî de berpirsyariya malê û zewacê girt ser milên xwe.
Di temeneke ku zarokên keç bi lîstokan dilîzin, Selwa Muhemed li welatekî ku tu kes nasê nedikir, xwe weke jin û koçber dît. Wê tiştek li ser Libyayê, yan jî li ser jiyana zewacê nizanibû lê ew bi hevjînê xwe re bi gavên tirsonek meşiya, bi wî re di bin siyê de ma, jiyana ku hûrguliyên wê bi tevahî hilnebijartibû lê jê bawer bû ava kir.
Li waletek ku mafê hemwelatîbûnê jê re nîn e dijî
Selwa Muhammed ku niha di 60 saliya xwe de ye, piraniya jiyana xwe li Libyayê derbas kiriye, welatekî ku jê re tu carî hemwelatîbûna wî nehatiye dayîn. Wê heft zarokên xwe anîne dinyayê û hûrgiliyên jiyana xwe ya rojane li ser xakek ku qet welatê wê nebûye lê penageha wê bûye, ava kir. Selwa êdî xwe bi tenê Misrî nabîne. Kolanên Qahîreyê û qerebalixiya Îskenderiyeyê ji wê winda bûne, li tax, bazar û zaravayê Libyayê cih girtiye.
Zehmetiyên jiyanî dijwartir bûn
Piştî ku hevjînê wê di sala 2010'an de wefat kir, zehmetiyên jiyanî dijwartir bûn, ji wê demê ve, Selwa Muhemed di rêwîtiyeke dijwar a têkoşîna rojane ya jiyanê de ye. Piştî mirina hevjînê xwe tu ewlehiya civakî negirt, ne ji rayedarên Libyayê ku wî lê xizmet kiriye û ne jî ji welatê wî. Selwa Muhammed xwe bi tenê dît, bê piştgirî, yan jî xaniyek daîmî. Ew di xaniyek kirê de dijî, tenê bi keda xwe debara zarokên xwe dike.
Hînbûna zarokên wê ji hemû kêşeyan girîngtir e
Selwa Muhemed bi gotinên; "Mûçe û temînata min a civakî tune ye û tu alîkariyê nagirim. Ez karê dirûtinê dikim û dikan bi kirê ye. Kurê min ê mezin dev ji dibistanê berda ji bo ku alîkariya min bike" rewşa xwe pênase kir. Keçên Selwa Muhemed, ew hîn jî di dibistanên Libyayê de di nava hevalên xwe yên Libyayî de dixwînin. Ew li herêmek gewr a qanûnî dimînin, ne Libyayî ne jî wekî hemwelatiyên wê ne. Lê dîsa jî Selwa îsrar dike ku perwerdekirina keçên wê projeya wê ya herî girîng û serkeftina wê ya herî mezin e di jiyanê de.
Bi milyonan jinên bi navê Selwa Muhemed hene
Selwa Muhemed çîroka jineke di nava bi milyonan çîrokên jinên ku li kêleka jiyana civakî û aborî dijîn û bi kêşeyên qanûnî û jiyanî yên tevlihev re rûbirû ne. Çîroka wê pirsan li ser şert û mercên jinên koçber li Libyayê û li ser hewcedariya mekanîzmayên dadwertir ji bo dabînkirina rûmeta wan, çi di warê piştgirîya civakî de, çi jî di warê siyasetên qanûnî de, derdixe holê.