Li Hesekê 20’emîn salvegera KJK’ê hate pîrozkirin
Bi dirûşmeya "Azadî bi avakirina konfederalîzma demokratîk a jin, misoger dibe" Kongra Star a Hesekê bi boneya 20'emîn salvegera KJK'ê şahiyek li dar xist.

Hesekê – Bi boneya 20'emîn salvegera Komaleya Jinên Kurdistanê (KJK) Kongra Star a bajarê Hesekê bi dirûşmeya "Azadî bi avakirina konfederalîzma demokratîk a jin misoger dibe" şahiyek li hola Serdem a taxa Mişêrfê li dar xist.
Yekîtiya Jinên Ermen, Yekîtiya Jinên Suryan û saziyên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi alên Kongra Star, KJK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, YPJ’ê û QSD’ê hat xemlandin.
Bernameya şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê hunermend Nebîha Ehmed strî.
Rojîn Elî a beşdarî şahiyê bû hest û kêfxweşiya xwe bi boneya 20'emîn salvegera KJK’ê anî ziman û got: “Ev roj ji bo tevahî jinan roja azadî û ronahiyê ye. Em bi fikir û rêxistinbûyîna vê KJK’ê gihiştin vê astê û emê bi tekoşîn û berxwedanî bigihîjin armanca xwe yê azadiyê. Jinan hebûn û azadiya xwe di nava KJK’ê de dît û xwe kirin ronahî ji bo her jinek azadî bijî. Em vê roja pîroz li tevahî jinan pîroz dikin û li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku bi fikir û ramanê wî jin karîbû xwe birêxistin bike û bibe pêşeng û fermandar ji bo civakek azad û wekhev ava bibe pîroz dikin.”
Şahî bi gerandina govendê û bi dirûşmeyan bi dawî bû.