Li Xezayê di nava mehek de 595 zarok hatin kuştin
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 18’ê Adare ve piştî xirakirina agirbestê dest pê kirin de herî kêm 595 zarok û 308 jin hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê daxuyaniyeke nivîskî da û der barê kesên di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin de agahiyan da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 18’ê Adarê ve heta niha didomin de 595 zarok, 308 jin û 105 kesên extiyar hatine kuştin. Ango bi giştî hezar û 691 Filistinî di êrîşan de hatine kuştin, 4 hezar û 464 kes birîndar bûne.
Li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha di êrîşên Îsraîlê de hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin, 51 hezar û 65, a birîndaran jî 116 hezar û 505 e.