KJK: Em Ronesansa Jinê pêk bînin
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 20'an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, "Em sedsala 21'ê bikin serdema azadiya jinê, têkoşîna ji bo avakirina sîstema konfederal a demokratîk bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin."

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 20'an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, "Em sedsala 21'ê bikin serdema azadiya jinê, têkoşîna ji bo avakirina sîstema konfederal a demokratîk bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin."
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) got, "Em di salvegera 20'emîn a damezrandina sîstema xwe ya konfederal a jinê de ne ku di dîroka me ya têkoşîna azadiya jinê de serdemeke nû îfade dike. Em damezrandina KJK'ê di serî de li Rêber Apo, ku em gihand têkoşîna azadiyê, şervaniya bêeman a felsefeya azadiya jinê afirand û li hemû jinên ku bi ruhê berxwedanê yê Jin, Jiyan, Azadî tevlî meşa azadiyê bûne, piştgiriyê didin pîroz dikin. Têkoşîna me ya jinê ya konfederaliya demokratîk 18'ê Nîsana 2005'an destpê kir û heta niha di bin sîwanê Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) dewam kir. Em şehîdên xwe yên ku ked û berdêleke mezin dan vê têkoşînê bi hesret, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku jiyana azadiyê ya ku wan canê xwe di oxira wê de feda kirin, bi şoreşa jinê tacîdar bikin."
Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Rêber Apo gava ku şoreşa Kurdistanê li ser bingeha jiyana azad ava kir, ji kêliya destpêkê ve jin weke hêmana bingehîn a vê têkoşînê dît. Dema ku reel sosyalîzm ji ber ku çanda koletiyê ya jinê nekarî ji holê rake tengav bû, Rêberê me şoreşa Kurdistanê weke şoreşa jinê pênase kir û pêşdîtina xwe jî di vê çarçoveyê de da rûniştandin. Artêşbûna jinê, teoriya qutbûnê, projeya veguherandina mêr, îdeolojiya rizgariya jinê, partîbûna jinê, cihêbûna bêdawî, Jineolojî û hevjiyana azad motîfên esasî yên vê yekê ne. Li warê xwedawendan ku bi teşiyê jiyana komunalîst hûnandin, ev motîf bi nexşên reng bi reng xemla sîstema konfederal a demokratîk a jinê afirand.
‘KJK di têkoşîna azadiya jinê de bû qonaxeke nû’
KJK ku navê sîstema me ya konfederal e, di têkoşîna azadiya jinê de ya li dijî çanda serweriya mêr a hezaran salî bû qonaxeke nû. Tê wê wateyê ku têkoşîna rêxistinbûyî veguherî asta sîstemê. Sîstema jinê ya ku di asta navneteweyî de karibe serweriya mêr ji holê rake, bi qasî ku xwe bi sîstem bike dikare bi ser bikeve. Wateya şênber a vê yekê jî di çarçoveya avakirina civaka demokratîk de pêkanîna şoreşa jinê ye. Rêber Apo bi gotina, 'pêvajoya demokratîk komunalîst rewşa rojanebûyî ya civakîbûna dayik-jinê ye. Tenê bi vê rêbazê mirov dikarin xwe bigihînin rastiya civakî' armanca şoreşa jinê raxist pêş çavan.
Avakirina civaka demokratîk a bi pêşengiya jinê jî jinûve zindîbûna heqîqeta civakî li xaka qedîm e ku beriya bi hezaran salî ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr a desthilatdarîparêz ve hate veşartin. Ronesansa Jinê ku vê rastiyê îfade dike, ji ber vê yekê ne tenê bi zayendekê ve sînodar e, ji aliyê cewherî ve tê wateya azadkirina jiyana civakî.
Ji ber ku têkoşîna azadiya jinê bi armanca sîstema konfederal a demokratîk tê meşandin, ev yek di heman demê de asta wê ya gerdûnîbûnê jî nîşan dide. Tevgera me ya azadiya jinê ya Kurdistanê xwe ji rehên berxwedana jinê ya bi hezaran salî xwedî dike û gihîştiye vê astê. Vê mîrateya xwe bi şêweyê Konfederalızma Jinan a Demokratîk a Cîhanê diherîne nava sîstemeke rêxistinbûnê ya hevpar û diyalektîka navbera xweseriya xwe ya yekbûyî û gerdûnî ji nû ve ava dike. Eger formual bi sêhr a Jin, Jiyan, Azadî pêl bi pêl li çar aliyên cîhanê belav bûye û deng vedaye, ev yek şênberiya vê diyalektîkê ye.
‘Em ê sedsalê veguherînin serdema Şoreşa Jinê’
Rêber Apo sedsala 21'ê weke serdema şoreşa jinê pênase dike. Li gel hemû êrîşên dijber ên sîstema bi serweriya mêr, şînbûna kulîlkan li ser teht û zinaran, mizgîniya biharbûna jinê dide. Lê belê di vê serdema dîrokî de ji bo pêkanîna şoreşa jinê pêwîstî bi asteke hîn xurt a rêxistinbûnê heye. Di serî de li Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê mezinkirina pêşengiya jinê ya bi çanda demokratîk û mejiyê azadiyê, ji bo têkoşerên azadiyê şert e. Em ê li her qada jiyanê bi çanda dayik-xwedawendiyê bi nasnameya jin a azad civaka demokratîk ava bikin, modernîteya kapîtalîst ji holê rakin û vê sedsalê veguherînin serdema şoreşa jinê. Lewma em bang li jinan hemûyan dikin ku di sîstema konfederal a demokratîk de bibin hevpar û peymana civakî ya jinan bixin meriyetê. Li ser bingeha têkilî û tifaqên demokratîk em bi hev re xwe bi rêxistin bikin, tora xwe hîn berfireh, rengîn û xurt bikin.
Li dijî çanda koletiyê û tundiya li me jinan tê ferzkirin, li ser bingeha nirxên xwe bi qasî berxwedana xwe em bi bersiva li pirsa 'Jiyaneke çawa?' bi nêrîna jinê sîstema xwe ya alternatîf ava bikin û jiyanê jinûve bihûnin. Wateya konfederalîzma jinê ev e: Avakirina jiyana ku em bi hesreta wê ne. Di heman demê de cewhera sosyalîzmê jî ev e ku Rêber Apo di nava şert û mercên giran ên tecrîd û êşkenceyê de gaveke nû pê da avêtin. Lewma armanca bingehîn a têkoşîna me avakirina sîstema têkiliya civakî û çanda wê ye ku xwe dispêre wekhevî û azadiya rasteqîn.
‘Têkoşîna jinan dê pergala Îmraliyê hilweşîne’
Em salvegera 20'an a damezrandina xwe bi coş û kelecana Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya Rêber Apo pêşwazî dikin. Ev banga ku em wê weke Manîfestoya Serdemê pênase dikin, di heman demê de cewhera têkoşîna me ya jinê ye. Herî zêde li dijî çanda tundiya bi serweriya mêr ku jiyana jin û zarokan dike hedef, avakirina jiyana komunalîst demokratîk a ku em bi hesreta wê ne, tenê bi pêşengiya jinê bi têkoşîna bi rêk û pêk dibe. Li ser vê bingehê di serî de jinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn em bang li jinên li tevahiya cîhanê dikin ku xwedî li banga Rêberê me derkevin, beşdarî pêngava azadiya wî ya fîzîkî bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin. Û em dibêjin: Têkoşîna yekbûyî ya jinan wê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşîne.
Di vê demê de ku em di bihareke nû de ne, dem hatiye ku em xaka ku malovanî ji Şoreşa Jinê ya Yekemîn re kiriye bi rengekî rasteqîn bi kulîlkan bixemilînin. Em salvegera 20'emîn a damezrandina KJK'ê bi vê hestê, bi bawerî û biryardariya biharbûna jinê pîroz dikin. Ji bo xatirê armanca xemilandina Kurdistanê ya bi kulîlkan a şehîda me ya têkoşîna azadiya jinê hevrê Sara - Sakîne Cansiz em bang li jinan dikin ku bi wesîleya vê rojê kulîlkan û daran biçînin. Li gel meşa ber bi şoreşa jinê ve ya bi Jin, Jiyan, Azadî em sedsala 21'ê bikin serdema azadiya jinê, têkoşîna xwe ya ji bo avakirina sîstema demokratîk konfederal bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin."