Li Kordofana Başûr karesata mirovî gef li bi sedan zarok û jinan dixwe

Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku rewşên mirovî yên krîtîk li kampeke li Kadugliyê gef li jiyana zêdetirî 240 zarokan û 381 jinan dixwe.

Sûdan- Tora Bîjîşkên Sûdanê, duh daxuyaniyek da û hişyarî da ku rewşa mirovî ya li kampa Al-Ustadh a li herêma Kadugli ya eyaleta Kordofana Başûr rojavayê Sûdanê xirabtir dibe. Hat diyarkirin ku bi sedan malbat bi kêmasiyên giran ên tenduristî û xurekê re rûbirû ne, bihayê pêdiviyên bingehîn her diçe zêdetir dibe û pêdiviyên bingehîn nemane.

Tora Bîjîşkên Sûdanê, diyar kir ku li kampê 243 jê zarok, 381 jê jin nêzî 330 malbat hene û 104 jin jî ducanî ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yên zêde ji vê yekê zirarê dibînin jin zarok in.

Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku li kampa El-Ustadh a li Kadugliyê kêmbûna xurek, lênihêrîna tenduristiyê û binesaziyê heye û rawestandina alîkariya navneteweyî rewşê xirabtir kiriye. Torê, bang li NY û rêxistinên alîkariyê kir ku mudaxeleyek lezgîn bikin. Hat ragihandin ku penaberên berê li dibistanan diman, piştî bombebaranê şandine kampa IOM’ê.

Li Kadugliyê, xizmetên xurek û tenduristiyê bûye pirsgirekek cidî û dorpêçkirin û xelaya kelûpelan bihayê her tiştî bilind dike û herî zêde zarok û jinên ducanî ji vê rewşê bi bandor dibin. Ji ber pevçûnên berdewam, hejmarek zêde ya sivîlan ji cih û warên xwe bûn.